Li Bexdayê xwepêşandêrek hate kuştin, 21 birîndar bûn

Di êrişa Hêzên Ewlekariyê ya li djiî xwepêşandarên Iraqê ya li Bexdayê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da û 21 jî birîndar bûn.

Li Bexdayê xwepêşandêrek hate kuştin, 21 birîndar bûn
26 mijdar, 2019   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê ji çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku di êrişa Hêzên Ewlekariyê ya li dijî xwepêşdarên Iraqê de ya li kolana Reşîd a nêzî pira Ehrar a Bexdayê xwepêşandêrek bi guleya plastîkî jiyana xwe ji dest da.

Ajansa "Associated Press" ji berpirsên Iraqî diyar kir ku 21 kes birîndar bûn.

Xwepêşandêr hebûna xwe li parçeyên li 3 pirên sereke li Bexdayê ferz dikin û şer hîna bi hêzên ewlehiyê re didome.

Her wiha Wezareta Hundirîn a Iraqê got ku xwepêşandêrên ku hewl dan dikanên bazirganiyê li navenda Bexdayê bişewitînin hatin binçavkirin.

Berdevkê wezareta hundirîn a Iraqê Xalid El-Mehna ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê (Waa) re got ku dê di demên bê de, fermanên dozgeriyê derheqê wan de bê girtin.

Li welêt mezintirîn pêla xwepêşandanan rû dide, ji destpêka xwepêşandanan li Bexda û başûrê welêt herî kêm 330 kes hatin kuştin.

(jo)