Li kolanên Minbicê hemleya ‘Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin’

Di çavçoveya hemleya "Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin" de Meclisa Jinên Ciwan pankart û wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê û wêneyên komkujiyên ku dewleta Tirk pêk anîne, daliqandin.

Li kolanên Minbicê hemleya ‘Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin’
26 mijdar, 2019   12:16
MINBIC

Li ser pankartan "Em şer naxwazin, rêgeza me diyalog e, em yekbûna xaka Sûriyê erê dikin”, “Ê ku kel û pelên Tirkiyê bikire, dibe hevkarê komkujiyan” û “Em ne wîlayeta Osmaniyan in" her wiha wêneyên şehîd Hevrîn Xelef daliqandin.

Jinên ciwan pankart li hemû kolanên bajêr daliqandin.

ANHA