Çapemeniya Sûriyê: Rûniştina komîteya destûrê ji ber “serhişkiya şandeya Tirkiyê” dest pê nekir

Çavkaniyên ji şandeya qaşo civaka sivîl a ku beşdarî civînên komîteya destûrê bûye ku ji hêla Rûsya û Tirkiyê ve hatiye avakirin, piştrast kir ku rûniştina roja duyemîn a civînan bi sedema helwesta hişk a şandeya rejîma dewleta Tirk dest pê nekir.

Çapemeniya Sûriyê: Rûniştina komîteya destûrê ji ber “serhişkiya şandeya Tirkiyê” dest pê nekir
26 mijdar, 2019   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanas SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê li ser zimanê çavkaniyên ji şandeya civaka sivîl a Cinêvê ragihad ku bi sedema “serhişkiya şandeya rejîma Tirk” û redkirina rojevên xebatan a helwestên xwe, dest bi rûniştina roja duyemîn a civînên komîteya destûrê nehate kirin.

Duh jî rûniştina gera duyemîn a vê komîteyê bi sedema nakokiyên di navbera beşdaran de der barê ajandeyên xebatên wê de bi bin ket û şandeya rejîmê ji navenda NY’yê derket.

Rejîma Sûriyê beriya destpêkirina vê gerê gotibû ku rewş bi sedema kiryarên rejîma Tirkiyê ji dagirkirina xaka Sûriyê û koçberkirina şêniyên wê ne guncaw e ku xebata komîteyê pêk bê.

Ev civîn ligel bilindkirina asta şerê leşkerî ya di navbera rejîmê bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê li Idlibê pêk tên.

(fr)