Xwepêşandêrên Iraqê tevahî rêyên ku diçin Besrayê qut kirin

Îro xwepêşandêrên Iraqê tevahî rêyên sereke ku diçin navenda parêzgeha Besrayê ya başûrê welêt, qut kirin.

Xwepêşandêrên Iraqê tevahî rêyên ku diçin Besrayê qut kirin
26 mijdar, 2019   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Skynewsê ragihand ku xwepêşandêran rêyên Pira Xalid û Pira Kezîza, her wiha tevahî rêyên ku diçin perava Um Qesir, Xor, kargeha Semad û depoyê ji aliyê navçeya Xorê ve, qut kirine.

Li aliyekî dîtir jî xwepêşandêran hin rêyên ku diçin bîrên petrolê yên parêzgeha Zubêr a rojavayê Besrayê, rêya Ebû Xesîb-Faw qut kirine. Her wiha jî parêzgeha Faw ji navenda parêzgehê û rêya Besra û Zubêr jî qut kirine.

Çavkaniyên çapemeniyê diyar kir ku hêzên ewlekariyê di demeke berê de hewl dabû ku rêya Pira Kezîza bi rêya reşandina guleyan û girtina xwepêşandêran vekin. Lê belê piştî zêdebûna hejmara xwepêşandêran, vekişîn.

Li parêzgeha Necif jî, xwepêşandêran rêya pira di navbera Kova û Necifê de qut kir.

(fr)