Li Kobanê şandeya Rûsyayê bi rêveberiya herêma Firatê re dicive

Şandeyeke Rûsyayê ji 4 endaman gihaşt avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li bajarê Kobanê û civînek bi rêveberiyên li herêmê re li dar xist.

Li Kobanê şandeya Rûsyayê bi rêveberiya herêma Firatê re dicive
Li Kobanê şandeya Rûsyayê bi rêveberiya herêma Firatê re dicive
Li Kobanê şandeya Rûsyayê bi rêveberiya herêma Firatê re dicive
Li Kobanê şandeya Rûsyayê bi rêveberiya herêma Firatê re dicive
Li Kobanê şandeya Rûsyayê bi rêveberiya herêma Firatê re dicive
26 mijdar, 2019   11:32
KOBANÊ

Şandeya Rûsyayê ku îro gihaşt bajarê Kobanê, civînek bi Rêveberiya Herêma Firatê (kantonên Kobanê û Girê Spî) re li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li bajarê Kobanê, li dar xist.

Şandeya Rûsî ji 4 endaman pêk tê û ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Enwer Mislim û Lemîs El-Ebellah û cîgirê Serokatiyê Mihemed Şahîn ve hatin pêşwazîkirin.

Her wiha di civînê de hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto û gelek endamên rêveberiyê yên li herêmê amade bûn.

Heta niha civîn ji çapemeniyê re girtî didome.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me bi dest xistin, şande rewşa xizmetguzariyê ya herêmê nîqaş dike.

(jo)

ANHA