Rewşenbîrên Konabê li ser komkujiyên Osmaniyan û dewleta Tirk  semînerek dan

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê semînerek bi navnîşanê `` Komkujiyên Osmaniyan di dîroka kevin û ya nûjen de`` organize kir. Semîner li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê, bi amadebûna bi dehan welatiyan hate pêşkêşkirin.

Rewşenbîrên Konabê li ser komkujiyên Osmaniyan û dewleta Tirk  semînerek dan
23 mijdar, 2019   15:11
KOBANÊ

Semînera Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê di demekê de tê lidarxistin, ku sûc û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên hatine dagirkirin, berdewam in.

Bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endamên yekîtiya rewşenbîrên kantonê û rêvebirên saziyên sivîl, di semînerê de amade bûn.

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Feratê Foziye Ebdî, di pêşkêşkirina semnînerê de, behsa kiryarên Osmaniyan yên afirandina tevlihevî û dijberiyê di navbera gelên herêma Rojhikatê Navîn de kir û destnîşan kir ku Osmaniyan di sedsala derbasbûyî de komên çete çêkirin û di der heqê Ermenan de komkujî pêk anîn, û got ku Osmaniyan bi vê yekê rewşa aloz a wê demê ya berî şerê yekem a cîhanê wek firset ji xwe re bikaranîn.

Foziye tekez kir ku, dewleta Tirk werîsê hukmê Osmaniya ye, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman sînaryoya wê pêk tîne, bi rêya oldariyê çeteyan û terorîstan dikşîne ber xwe û der heqê birayên wan ên Sûrî Ereb, Kurd û Suryan komkujiyan pêk tîne û têkiliyên aloz ên herêmî û navdewletî ji xwe re weke firsend bikar tîne. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, di salona Çand û Huner a Baqî Xido de, wêneyê Mihemed Hemîd Mihemed zarokê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bi çekên Foisforê Spî li ser bajarê Serêkaniyê de hatine berdan birîndar bûye, hatibû daliqandin . Her wiha wêneyên hejmarek zarokên Kurd ên bûne qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk hatibûn daliqandin.

(rr)

ANHA