Bi dîmen..şer û êrişên li bejahiya rojavayê Eyn Îsayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li derdora navçeya Eyn Îsayê didomînin, şervanên QSD û artêşa rejîmê bersiva êrişan didin.

Bi dîmen..şer û êrişên li bejahiya rojavayê Eyn Îsayê
Bi dîmen..şer û êrişên li bejahiya rojavayê Eyn Îsayê
Bi dîmen..şer û êrişên li bejahiya rojavayê Eyn Îsayê
Bi dîmen..şer û êrişên li bejahiya rojavayê Eyn Îsayê
Bi dîmen..şer û êrişên li bejahiya rojavayê Eyn Îsayê
23 mijdar, 2019   15:19
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sibehê saet 06:45‘an ve bi çekên giran û obusan êrişî bejahiya rojavayê navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê dikin, bi taybet aliyê bakurê kampa Eyn Îsayê.

Dagirkeriya Tirk ji bo destekdayîna çeteyên DAIŞ û Nusrayê di êrişên li dijî herêmên bakurê kampa Eyn Îsayêde  panzêrên xwe li kampê bi cih kirine.

Heta vê kêliyê şerên dijwar li derdora gundê Seyda, Mueleq û Wasta di navbera şervanên QSD û artêşa rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê de rû dide. Li aliyekî din jî gundê Xalidiyê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve tê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên kesên ku di rêya M4 re derbas dibin topbaran dike, lew re tevgera li ser rê bi temamî rawestiyaye.

Ajansa me pêşketinên li herêmê şopandin û raporek amade kir.

ANHA