25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî

Beriya niha bi çend kêliyan 25 malbat bi hejmara 110 kesan ji şêniyên gundewarên Zirgan û Til Temirê, gihîştin Kampa Waşokanî. Bi wê re jî hejmara koçberên li kampê gihîşt hezar û 800’an.

25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî
25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî
25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî
25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî
25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî
25 malbatên ji gundewarên Zirgan û Til Temirê gihîştin Kampa Waşokanî
23 mijdar, 2019   13:47
HESEKÊ

Pêla koçberiyê ji herêmên gundewarên Til Temir û Zirganê bi sedema dijwariya êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra, berdewam e.

Beriya niha bi çend kêliyan 25 malbat bi hejmara 110 kesan gihîştin Kampa Waşokanî ya li rojavayê bajarê Hesekê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka Mijdarê de vekiriye ku koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê lê bi cih bibin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê yên ku li kampê bûn, diyar kir ku rêveberiya kampê koçber pêşwaz kirin, kon û pêdiviyên pêwîst radestî wan kirin.

Rêveberiya kampê ji ANHA’yê re ragihand ku piştî gihandina vê beşê, hejmara koçberên li kampê gihîşt hezar û 800 koçberî.

(fr)

ANHA