Hêzên siyasî yên Iraqê îro çarenûsa Ebdilmihdî nîqaş dikin

Çavkaniyên ji Iraqê diyar kir ku hejmarek ji hêzên siyasî dê îro li hev bicivin da ku mijarên girîng nîqaş bikin, di nav de çarenûsa serokê hikumetê Adil Ebdilmihdî û pêşniyara hilbijartinên pêşwext.

Hêzên siyasî yên Iraqê îro çarenûsa Ebdilmihdî nîqaş dikin
23 mijdar, 2019   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Skynews Erebiye ji çavkaniyan ragihand ku gelek kesayetên siyasî dê îro li hev bicivin da ku mijarên girîng, di serî de çarenûsa serokê hikumetê Adil Ebdulmihdî, nîqaş bikin.

Çavkaniyan diyar kir ku civîn dê pêşniyara hilbijartinên pêşwext jî nîqaş bike.

Duh jî çavkaniyên ji polîsên Iraqê diyar kir ku hêzên ewlehiyê 4 xwepêşandêr li Bexdayê kuştin.