Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê

Misriyê bi eslê xwe Kurd Mecdî El-Kurdî û çend kesayetên din daxwaznameyek ji Serdozgeriya Giştî ya Misrê re li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê kiryarên li dijî şêniyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi rê kir û banga nîşandana helwestê kir.

Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
Li dijî Erdogan daxwaznameyek dan Serdozgeriya Giştî ya Misrê
17 mijdar, 2019   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Misrî daxwaznameyek ji Serdozgeriya Giştî ya Misrê re li dijî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêşkêş kir. Tê de banga serdozger a pêkanîna wezîrê hundirîn ê Misrê ya derxistina biryara ku Erdogan kesayatekî ne guncaw e li Misrê, kir. Ji ber ku Erdogan sûcên şerê li dijî mirovahî, bi taybet gelê Sûriyê yê li bakurê welat kirine ku rastî êrişên dewleta Tirk a hovane tê.

Daxwaznameya ku misriyê bi eslê xwe Kurd ê bi navê Mecdî Ebas Ehmed El-Kurdî û gelek misriyên dîtir ku bi eslê xwe Kurd in, pêşkêş kiriye, bang kir ku pêwîst e biryareke çavdêriya gihandina Erdogan a peravên Misrê bê standin.

Pêşkêşên daxwaznameyê, piştrast kir ku Erdogan bi erka xwe ya fermandariya giştî ya hêzên çekdar a Tirkiyê ye, çekên qedexekirî li dijî sivîlên Bakurê Sûriyê bi kar anîn. Di encamê de şehadet û gelek sivîlên astengdar ji ber bandora çekên qedexekirî ya pêşerojê de çêbin, çêbûn.

Pêşkêşên daxwaznameyê raporên navdewletî yên ku bikaranîna dewleta Tirk a fosfora spî li dijî sivîlên li Bakurê Sûriyê ku binpêkirineke der barê tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî de belge kirine, pêşkêş kirin.

Her wiha jî bal kişandin ser ku êrişa bêserûber a hêzên dewleta Tirk, binpêkirineke eşkere ya li dijî xakeke biyanî ye û ew yek jî sûcekî şer li dijî tevahî şêniyan e.

(fr)