Rojnameyeke Brîtanî: Gelo Amerîka dikare sîstema li Tirkiyê biguherîne?

Rojnameya ‘The Arab Weekly’ ya Brîtanî ya heftane, li ser zimanê berpirsekî payebilind ê berê yê Amerîkayê ragihand ku ji bo DYA serokkomarê Tirkiyê ji desthilatê bixe, divê gavên siyasî biavêje.

Rojnameyeke Brîtanî: Gelo Amerîka dikare sîstema li Tirkiyê biguherîne?
17 mijdar, 2019   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê payebilind got ew dibîne ku ev demeke dirêj e Erdogan desthilatdar bûye û heta Erdogan li ser desthilatê be, ne mimkun e ku têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de baş bibin.

Rojnamê bal kişand ser ku têkiliyên di navbera her du hevalbendên NATO`yê de heta asteke mezin xirab bûn. Bi taybetî piştî kirîna Enqereyê ya moşekên Rûsyayê yên ku di bingehê de ji bo hedefgirtina balafirên NATO`yê hatine çêkirin. Her wiha êrişa Erdogan a li dijî hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên hevalbendên Koalîsyona Navdewletî di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de, atmosfera stresê di navbera her du welatan de zêdetir kir û dikir ku bigihîje asta birîna têkiliyan.

Rojnameya Wall Street Journal jî bi bîr xist ku berpirsên leşkerî yên Amerîkayê dîmeneke hedefgirtina sivîlan û sûcên şer, her wiha raporên ku darvekirinên meydanî û bikaranîna fosfora spî ji aliyê çeteyên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, li Sûriyê dîtine.

Rojnameyê li ser zimanê Deved Philips ku rêveberê bernameya "Avakirina Aştî û Hiqûqan" a girêdayî Zanîngeha Kolombîyayê ye û yê cihê mezinê şêwirmendan di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, di dema serokatiya Bill Clinton, George W. Bush û Barack Obama de girtibû, wiha got: "Trump lawaz e, bi hêsanî bandor lê dibe. Erdogan dikaribû vê yekê bike.”

Phillips Erdogan wek "zordar" bi nav kir û got çeteyên wî sûcên şer li Efrînê û herêmên Kurdan li dijî sivîlan pêk anîne. Phillips wiha got: "Sûcên ku çeteyên Artêşa Azad ya Sûriyê kirine, berpirsyariya Erdogan e. Ji ber ku Artêşa Azad a Sûriyê di bin fermandariya Tirkiyê de ye.”

Philips pêngavên siyasî yên der barê paşguhkirina hikumeta Tirkiyê de ku dê bi xwe re guhartina rejîmê bîne, diyar kirin û got divê destpêkê NY yan jî çi desteyeke serbixwe a dîtir li ser lêpirsîna Erdogan bên hişyarkirin.

Philips wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê Erdogan di Koşka Spî de tune be. Lê belê divê li Laheyê li pêş dadgeran be ku bi sedema sûcên pêk anîne."

Her wiha Philips piştrast kir ku ew û hinên dîtir agahiyan têkildarî sûcên şer li Sûriyê pêk hatine, kom dikin.

Ya duyemîn jî divê Kongreya Amerîkayê bergiriyan li dijî dewleta Tirk der barê kirîna S-400’an de li gorî qanûna hevrikên Amerîkayê bi rêya ceza û projeyên cezayên duyemîn bi sedema êrişên li dijî Sûriyê pêk bîne.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Philips got dewleta Tirk ji bilî nefretkirinê bersivê nade û wiha domand: "Niha dewleta Tirk ne dostê DYA’yê ye. Divê perwazên wisa dostê DYA’yê ye, rawestînin. Rêbaza yekane ya guhartina reftarên dewleta Tirk, divê li dijî Erdogan cidî bin. Pêşbîn nakim li gel Trump hêz û niyeta pêkanîna wê heye."

Dê pêngava sêyemîn jî li gorî DYA’yê, derxistina çekên nukleer ji baregeha Încîrlîkê ya asîmanî ya li başurê Tirkiyê be.

Pêngava çaremîn jî dê der barê nîqaşkirina tevlêbûna Tirkiyê ya YE’yê ji rewşa taloqkirinê ber bi bidawîbûna tevlêbûna wê ji YE’yê re be.

Zirarkirina dewleta Tirk ne pirsgirêkeke mezin e. Em amade ne wê nirxê ji bo girseya gel li Tirkiyê ya xizmetkirina sîstemeke berdêl, hilgirin.

Philips wiha da zanîn: "Çer ku Erdogan bû serokê Tirkiyê, me bi rastî Tirkiye ji dest da. Texmîna başbûna têkiliyên di navbera DYA’yê û Tirkiyê de dê sînordar bin. Pêwîstiya me bi guhartina sîstemê heye, ne tenê li Tirkiyê, lê belê li DYA’yê jî da ku ev têkilî vegere rêça xwe ya rastîn."

(cx-fr)