SOHR’ê îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî teqîna Babê derewandin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê idîayên dewleta Tirk ên der barê teqîna Babê de ku duh pêk hat, derewandin. SOHR’ê diyar kir ku kesê teqîn pêk anî, tev li DAIŞ`ê bûbû, paşê tev li çeteyên El-Hemzat bûye ku destekê ji dewleta Tirk digire û niha dev ji wan berdaye.

SOHR’ê îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî teqîna Babê derewandin
17 mijdar, 2019   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya  Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) agahiyên nasnameya kesê ku duh teqîna Babê pêk anî, ji çavkaniyan bi dest xist. Li gorî navendê di encama teqînê de 19 kes hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên navendê ku kesê teqîn pêk aniye (E.Y) ji gundê Ceblê El-Hemra yê gundewarên rojhilatê Babê ye.

Çavkaniyan got kesê teqîn pêk anî, beriya niha di nava DAIŞ`ê de bû û di şerê Minbic û Babê de şer kir û wiha hate diyarkirin: "Piştî dewleta Tirk herêma Babê dagir kir, tev li çeteyên Firqet El-Hemzat ya di bin sîwana çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê bû, beriya ku wê jî berde."

Navendê destnîşan kir ku duh kesê teqîn pêk anî, hat girtin.

Dewleta Tirk der barê teqînê de YPG tawanbar kiribû û dixwaze bi vê yekê van hêzan reş bike. Tevî teqînên ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de pêk tên, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji ber sedemên talan û diziyê di navbera wan der şer derdikeve.

(bx)