‘Yên dagikirina herêmên me rewa bikin, ji mirovahiyê bêpar in‘

Mihemed Mele Reşîd Xerzan fetweyên Meclisa Îslamî ya Sûriyê şermezar kir û got, "Erdogan navê Îslamê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Kesên ku dagirkeriya Erdogan a li Sûriyê rewa dikin, ji mirovaniyê bê par in."

‘Yên dagikirina herêmên me rewa bikin, ji mirovahiyê bêpar in‘
16 mijdar, 2019   05:20
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMAN

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Mele Reşîd Xerzan ji ANHA‘yê re axivî. Mihemed Mele Reşîd Xerzan got: "Bê guman ev êriş ên dagirkirinê ne, ti qanûn an jî ol û ne jî wijdanê mirovaniyê qebûl nake."

Mele Reşîd Xerzanî fetweyên ku Meclisa Îslamî ya Sûriyê derxistine şermezar kir û diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê ol ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkirinê bi kar tîne. Xerzan got: " Kesên navê oldaran li xwe dikin û girêdayî îtîlafa li Tirkiyê ne bi van fitweyan hewl didin sûc û dagirkirina Tirkiyê ya li xaka Sûriyê rewa bikin. Ew kesên ku dagirkirina Erdogan a li Sûriyê rewa dikin ji mirovaniyê bê par in."

‘Gelê herêmê êrişî kesekî nekiriye‘

Xerzan anî ziman ku " hedîsa Hz. Mihemed dibêje "Piştgirî bide birayê xwe zalim û mezlûm", dema gotin "Ya Resûlê Xwedê em ê çawa piştgirî bidin  zaliman?" Pêxember got: Ez çawa dikarim bi neheqî piştgiriyê bidim wî? Wî got, "Hûn wî ji neheqiyê digire, ev serketina we ye. Serkeftina bindest eşkere ye, lê serketina dijber tê vê wateyê: pêşîgirtina wî ji neheqiyê û girtina wî ji neheqiyê. Ev serketina wî ye." Xerzanî diyar kir ku diviyabû Meclisa Îslamî ya Sûriyê nehiştiba Erdogan zulm derheqê gelê Sûriyê pêk anîba û got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê aştîxwaz e, êrişî tu kesî nekiriye, beriya êrişên Tirkiyê di nava aramî û aştiyê de dijiyan.

Mihemed Mele Reşîd Xerzan îdiayên Erdogan ên avakirina mizgeft û jîngehan li herêmên Bakur û Rojhilaêt Sûriyê yên dagirkirine derewand û diyar kir ku êrişên Tirkiyê ne rewa ne, li dijî nirx û rêgezên ol û suneta nebewî ya Şerîf e û got: "Armanca êrişan guhertina demografyaya herêmê ye, Pêxember Mihemed di hedîsa xwe de dibêje (Yê ku buhistek xakeke zulmane qut bike xwedê wê di roja qiyametê de ji heft erdan dorpêçandiye).

Xerzan anî ziman u yên fetweyên dagirkirina herêmên Sûriyê derxistin "Xweda wan hemûyan lanet dikeji ber ku mal û milkên xelkê talan kirin. "

Hevserokê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Mele Reşîd Xerzan diyar kir ku Erdogan zulm û xirabî li erdê belav kir, çawa zalimên berê wî yên Yekîtiya Soviyetê û Sedam Hisên çûn wê Erdogan jî nemîne,"Mirov zalim dihelike". 

Mihemed Mele Reşîd Xerzan diyar kir ku berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî talîmaetên ola Îslama henîf rewa ye û wiha dom da axaftina xwe: " Xwedê tehala dibêje ( Di rêya xwe de şerê kesên şerê we dikin, bikin, êriş nekin ji ber xwedê ji êrişkaran hez nake), yanî şerê kesekî nekin, lê heger kesekî êrişî we kir bersiva êrişê bidin, ji ber xweparastin mafekî rewa ye."

Xerzan qetilkirina keşe Îbrahîm Hena Bidoyan şermezar kir û got, ev kiryar li dijî nirx û pransîpên Îslamê ne û wiha domand: "Parastina dêr, mizgeft û cîhên olî yên hemû mezheban erkeke olî ye ji tevahî mexlûqên xwedê tê xwestin, ji ber ku erka her kesekî ye baweriya xwe biparêze û ne mafê kesekî hesab ji kesekî din bixwaze."

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Mela Reşîd Xerzan di dawiya axaftina xwe de got:  " yê mirov bêheq bikuje xwedê wî/wê lanet dike û ew bi kirina xwe rêgezên ola islamê binpê dike. Ji ber ku qetilkirina mirov li dijî bawerî, mezheb, vîna xweda û olên din e û ola xwedayê dilovan berovajî dike."

ANHA