Şêniyên Minbicê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwest

Şêniyên bajarê Minbicê sersaxî ji malbatên 2 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwest û piştrast kir ku dê li dijî êrişên artêşa Tirk asta berxwedanê bilind bikin.

14 mijdar, 2019   12:10
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê beşdarî merasîma sersaxiya malbatên şervanên Berxwedana Rûmetê şehîd Xalid Hezawnê û Îbrahîm Idî El-Hetref bûn.          

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û tê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Minbicê Hesena Dahir axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, her wha îşaret bi berdêlên şehîdan di oxira parastina gelên herêmê ji artêşa dagirker de dan, kir.

Paşê li ser navê Meclisa Minbic û Gundewarê Wê rêveber Ehmed Hesen axivî û got: “Em soz didin şehîdan em ê şopdarên rêya wan bin û li dijî êrişên artêşa Tirk û Osmaniyan em ê hêza xwe ji şehîdên xwe bigirin.”

Her wiha li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê fermandar Mehmûd Îbrahîm axivî û got: “Bi saya şehîdan gelên herêmê gihane vê qonaxê, her wiha bi saya şehîdan em li dijî dijminê mirovahiyê Erdogan û hikumeta wî ya faşîst ku li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne û çekên qedexekirî bi kar tîne, şer dikin.”

Malbatên şehîdan spasiya beşdariya gel kir û soza şopandina rêya şehîdan da. Merasîm bi sloganên "Bijî Berxwedana Rûmetê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA