Merasîma xiyabî ya şehîd Sîlvana Intîqam li Helebê li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Helebê merasîma xiyabî ya Sîlvana Intîqam ku di Berxwedana Rûmetê de li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da û şehîd bû, li dar xist.

13 mijdar, 2019   12:34
HELEBÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma xiyabî ya Newroz Sarqot (Sîlvana Intîqam) bi beşdariya bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist. Şervana YPJ`ê Sîlvana Intîqam li herêma Girê Spî, di Berxwedna Rûmetê de di 12 Cotmehê de şehîd bûbû.

Merasîm li Qada Şehîdan a taxa Rûbar Qamişlo li beşa rojava ya Şêxmeqsûdê li dar ket. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka meclisê Eytan Reşo û ji rêveberên Kongreya Star Hediye Yusif axivîn.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd Sîlvana re xwest û got: “Şehîd rêberên rêya me ne, di oxira parastina gelan de canê xwe feda kirin.”

Hediye Yusif bal kişand ser berxwedana bêhempa ya ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan didin meşandin û tişta berxwedanê bigihîne asta serkeftinê, hevgirtin û biryara pêkhateyan e.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîd Sîlvana xwend û radestî malbatê kir. Di dawiyê de sloganên "Bijî berxwedan” û “Şehîd namirin" hatin berzkirin.

 (eh)