‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’

Di merasîma şehîd Namir de, şêniyên navçeya Amûdê bal kişand ser girîngiya piştgiriya QSD`ê.

‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’
‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’
‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’
‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’
‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’
‘Divê asta berxwedana gelan li dijî planên navdewletî bilind bibe’
13 mijdar, 2019   12:39
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê navçeya Amûdê bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyê merasîma xiyabî ya Egîd Hesen ku di Berxwedana Rûmetê de li dijî artêşa Tirk şer kir û di 28 Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bû, li dar xist.

Merasîma xiyabî ya şervanê QSD`ê Egîd Hesen (Namir) li bin konê ku Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeyê vegirt û bi beşdariya şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl, saziyên leşkerî yên navçeyê û şandeya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li dar ket.

Konê merasîma xiyabî bi wêneyên şehîd Namir hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê nasnameya şehîd hate xwendin. Li ser navê saziyên beşdarî merasîmê bûne, Meclisa Leşkerî ya Amûdê û Kongreya Star axaftin hatin kirin. Axêveran êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civaka navdewletî ya beramberî koçberkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Axêveran li dijî êrişên artêşa Tirk soza berdewamkirina berxwedanê da, bal kişand ser piştgiriya QSD`ê û bilindkirina asta berxwedanê li dijî planên vîna gelên herêmê ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike.

(eh)

ANHA