Endamê Kongreya Amerîkayê: Divê Erdogan yekser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne

Endamê Kongreya Amerîkayê Michael McCall daxwaz ji Erdogan kir ku yekser êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike û da zanîn ku ji binpêkirin û sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bi fikar e.

Endamê Kongreya Amerîkayê: Divê Erdogan yekser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne
13 mijdar, 2019   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongreya Amerîkayê Michael McCall daxuyaniyek da û malpera Komîteya Têkiliyên Derve ya Amerîkayê ya Kongreyê belav kir. Michael McCall di daxuyaniyê de serdana Erdogan di vê dema ku têkiliyên dualî yên di navbera Washington û Enqereyê de metirsîdar û bi nakok in, rexne kir.

Michael McCall nerazîbûna xwe der barê reftarên dewleta Tirk de diyar kir. Her wiha anî ziman ku yekser bandorê li NATO’yê dike û bang li Erdogan kir ku li biryarên xwe vegere û li gorî NATO’yê tev bigere.

Li aliyekî din jî McCall metirsiya xwe der barê kiryarên hovane yên ku hêzên Erdogan û çeteyên wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin de eşkere kir û bang li Erdogan kir ku êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser rawestîne.

Michael McCall bal kişand ser ku ew û hevalên wî yên di Kongreya Amerîkayê de alîgirên ferzkirina cezayên li dijî Enqereyê yên bi sedema kirîna moşekên Rûsyayê û êrişên li dijî Bakurê Sûriyê ne.

Michael McCall wiha bi dawî kir: "Divê tevahî nûnerên hikumeta Tirkiyê li hember qanûnên DYA’yê rêzdar bin, nexasim der barê mafên xwepêşandanên aştiyane de. Gelê Amerîkayê der barê serdanvanên ku qanûnên me paşguh dikin û rêgezên damezirandinê li xaka DYA’yê binpê dikin de, efû nakin."

(fr)