Li Tebqayê bazirganek madeyên hişbirê hate girtin û mayînek hate bê bandorkirin

Buroya Têkoşîna Sûcên Rêxistinkirî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bazirganekî madeya hişbirê li bajarê Tebqayê girt. Her wiha mayîneke 2 kîlo ji madeya TNT bê bandor kir.

Li Tebqayê bazirganek madeyên hişbirê hate girtin û mayînek hate bê bandorkirin
Li Tebqayê bazirganek madeyên hişbirê hate girtin û mayînek hate bê bandorkirin
8 mijdar, 2019   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlehiya Hundirîn wiha got: "Piştî çalakiyên çavdêriyê û wergirtina agahiyan der barê bazirgan li gundê Siwêdiyê yê bakurê Tebqayê de, Buroya Têkoşîna Sûcên Rêxistinkirî bazirganê ku pêra 5 kîlo ji madeya hişbirê hebû, girt."

Endamê Rêveberiya Buroya Têkoşîna Sûcên Rêxistinkirî diyar kir ku bazirgan madeyên hişbirê ji bajarê Cerablusê tîne û li herêmên Rêveberiya Xweser difroşe.

Her wiha pisporên teqemeniyan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 7`ê Mijdarê de mayînek li kêleka Çerxereya El-Dawûd li têketina aliyê rojhilatê bajarê Tebqayê, bê bandor kir.

Rêveberiya Tîmên Endazyariya Mayînan destnîşan kir ku mayîn ji 2 kîlo TNT pêk dihat û ji bo teqandinê hatibû amadekirina da ku ewlehî û armaniya li bajêr têk bibin.  Her wiha jî da ku tirsê têxin nava sivîlan.

(jo)

ANHA