‘Erdogan li Sûriyê sûcên şer pêk tîne‘

Şêniyên Helebê, destnîşan kirin ku sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in û gotin, Erdogan nikare îradeya gelên azadîxwaz û demokratîxwaz bişkîne.

‘Erdogan li Sûriyê sûcên şer pêk tîne‘
8 mijdar, 2019   06:53
HELEB-ARIF SILÊMAN – MIHEMED EBDO

Nerazîbûna li hemberî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre didomînin. Şêniyên bajarê Helebê êriş û sûcên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin û wek sûcên şer bi nav kirin. Şêniyan bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî qetilkirina sivîlan derkevin û mirovahiyê biparêzin.

Heyder Ilyas ê ji Kurd ê Êzidî anî ziman ‘‘Erdogan ê di der heqê gelê Sûriyê de komkujî pêk anîn têrê nakê ku em wî bi kesekê xirab bi nav bikin, ji ber tiştên kirine ji vê zêdetir in. Sûcdar e bi xwînek sar jin û zarokan qetil dike, lê qehremanên di çeperên şer de dê zaliman tine bikin û mezluman bi ser bixin ji ber ev qehreman bi heqeiyê re ne.‘‘

Apê Heyder domand: ‘‘Em şerê tu kesî nakin, naxwazin kes şerê me jî bike, lê bêdengiya Neteweyên Yekbûyî li hemberî van sûcên der heqê mirovahiyê de tê kirin, şerm e.‘‘

Dayika Zuleyxe Hibo êrişên dewketa Tirk a dagirker şermezar kirin û wiha got: ‘Gelo ma hebûna netewa Kurd sûc e? Xweda em Kurd xuliqand, çawa sûcdarekî wekî Erdogan dixwaze vê rastiyê biguhere.‘‘

Dayika Zuleyxe îşaretpê kir ku Erdogan sivîlan qetil dike û dewletên îdiaya parastina mafê mirovan dikin jî li hemberî vê yekê bê deng dimîn in û got: ‘‘Dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Sûriyê û binpêkirinên der heqê sivîlan de têne pêkanîn, qetil kirin û derbider kirin, di asta sûcên şer de ye.``

Îbrahîm Gorej ê Suryanî destnîşan kir ku ew di metirsiyê de ne ku komkujiya mîna ya Sêfo li navçeya Til Temirê pêk were û got, "Dagirkiriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê û binpêkirinên derheqê sivîlan de sûcên şer derbas dike."

(rr)

ANHA