Di merasîmê sersaxiyê de banga xwedîderketina li şehîdan hate kirin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê, sersaxî ji malbatên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin û gotin: "Divê em bi fedakariya şehîdên xwe re wefadar bin."

Di merasîmê sersaxiyê de banga xwedîderketina li şehîdan hate kirin
Di merasîmê sersaxiyê de banga xwedîderketina li şehîdan hate kirin
Di merasîmê sersaxiyê de banga xwedîderketina li şehîdan hate kirin
Di merasîmê sersaxiyê de banga xwedîderketina li şehîdan hate kirin
7 mijdar, 2019   16:09
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan, berê xwe dane konê sersaxiyê û ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê yên li Serêkaniyê şehîd bûne,`` şehîd Mihemed Sofî (Rohat Tik Koçer), Umran Elî (Dêrsim Botan), Heyder El-Cedûi (Keder Berxwedan), Mehmûd Ehmed (Berxwedan), Hemdullah Ark (Maysro), Emîr Rendî (Ronî), Fihmî Şîmger (Derwîş), û Endamê Rêxistina` Free Ranger Burma` Zhao Singh`` re, sersaxî xwestin. Merasîma sersaxiyê li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a navçeya Girkê Legê, hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Maclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Tacedîn Ferho axivî:`` Destkeftiyên heta niha hatine bidest xistin, bi saya fedakariya şehîdan bû, şehîdan bi xwîna xwe dîrok nivîsandine, divê em bi fedakariya şehîdên xwe re wefadar bin û xwedî li wan derkevin."

Şandeyek ji Rêxistina Free Ranger Burma beşdarî merasîma sersaxiyê bû. Serokê Rêxistinê Devêd Yubak axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û soz da di pêşkêşkirina alîkariyan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam bikin, û tekez kir ku ew ê bi şêniyên Sûriyê re hevalbendê azarê wan bin.

Merasîm bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedan QSD`ê bi dawî bû.

(rr)

ANHA