Çeteyên dagirkeriyê li gundê Şergirakê derbên giran xwarin

Şervanên QSD‘ê êrişa çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Şergirakê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê şikandin.

Çeteyên dagirkeriyê li gundê Şergirakê derbên giran xwarin
7 mijdar, 2019   16:37
EYN ÎSA

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êriş birin ser gundê Şergirakê yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê.

Şervanên QSD‘ê êriş şikandin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û yên mayî jî neçar man paşde vegerin.

Duh bi şevê balafirên ne diyar li bargeheke çeteyên artêşa dagirker a li derdorê gundê Koremazî yê bakurê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê dan. Li gorî agahiyan di encamê de depoyeke çekan a çeteyan hate teqandin.

ANHA