Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan

Şagirtên dibistanên navçeyên Til Koçber û Amûdê yên girêdayî kantona Qamişlo ji bo redkirina êrişa Tirkiyê û hedefgirtina sivîlan meşiyan. Şagirtan pênûs û lênûskên xwe hildan û banga ewlehiyê, aramî û rawestandina kuştina zarokan kirin.

Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
Xwendekarên Qamişlo li dijî qetilkirina zarokan meşiyan
6 mijdar, 2019   15:29
QAMIŞLO

Şagirtên dibistanên navçeyên Til Koçber û Amûdê yên girêdayî kantona Qamişlo ji bo redkirina êrişa Tirkiyê û hedefgirtina sivîlan meşiyan.

Amûdê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajar û bajarokên cuda çalakiyên xwe ji bo şermezarkirina êrişa Tirkiyê li ser herêmên wan didomînin. Îro bi hezaran şagirtên her sê astên xwendinê yên navçeya Amûde ya girêdayî bajarê Qamişlo ji qada Şehîd Cîhad  meşiyan.

Di meşê de şagirtan pênûs û lênûskên xwe, pankartên bi nivîsên `Na ji dagirkeriya Tirk re`, `Na ji guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re`, `Çeteyên Tirkiyê zarokên me bi fosforê spî dikujin` û `Erdogan kujerê zarokan e`, tevî alên Hêzên Sûriye Demokratîk û wêneyên qurbaniyên êrişa Tirkiyê li ser herêmê hildan.

Şagirt di nav kolanên navçeyê de meşiyan û vegerin nuqteya meşê yê destpêkê û piştre çûn dibistanên xwe.

TİL KOÇBER

Bi sedan mamoste û xwendekarên navçeya Til Koçerê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Mamoste û xwendekarên navçeya Til Koçber a girêdayî herêma Dêrikê li Parka Jin kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meşvanan alên Hêzên Sûriye Demokratîk, wêneyên qurbaniyên êrişa dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê, pankartên bi nivîsên `Xwendina me yekemîn gavên avakirina pêşeroja me ye`, `Şerê ku dibistan û pêşeroja me wêran dike rawestînin`, `Parastina zarokan ji êrişan sloganek navneteweyî lê pêk nayê` û `Şer, êrişa hovane li ser jiyana zarokan û mehrûmkirina wan ji xwendinê ye` hildan.

Xwendekar û mamosteyan ji Qada Şehîd Xebat Dêrik meşiyan û di nav kolanên sereke de meşiyan. Di meşê de xwendekaran bi bedenên xwe gotina `Rojava` çêkirin. 

Meş li navenda bajêr rawestî û veguherî mitîngê.

Di mitîngê de daxuyaniya mamoste û xwendekarên herêma Cizîrê ji hêla xwendekar Meha Mesûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de piştgiriya xwendekar û mamosteyan ji şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk re û berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê hate teqezkirin.

Mitîng bi sloganên piştgiriya berxwedana QSD`ê bi dawî bû.

(şx)

ANHA