Li Til Birakê ji bo 4 şehîdan merasîm hate lidarxistin

Li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo bi merasîmekê nasnameya 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê hatin ragihandin û sersaxî ji malbatên wan re hate xwestin.

6 mijdar, 2019   15:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehdîan a navçeya Til Birak a Kantona Qamişlo bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê Husam Ebadîş (Doxan Til Birak), Husên El-Salih (Serhad Til Birak)û Amir Şhab (Ebdulhey El-Sebhawî) yên 12‘ê Cotmehê li bajarê Serêkaniyê şehîd bûne û Zeynedîn Mihmed (Çiya Billind) yê 18‘ê Cotmehê i Serêkaniyê şehîd bûye ragihand.

Konê sersaxiyê yê li pêşiya navenda PYD`ê li vançeya Til Birak hatiye danîn, bi wêneyên şehîdan û alên QSD`ê ji aliyê meclîsa malbatên şehîdan ve hatiye xemlandin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê, mezinên êlên ereban, meclisên şaredariyan, saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo, fermandarên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  beşdarî merasîmê bûn.

Dema şande gihişt konê sersaxiyê duruşmeyên ku silavkirina Berxwedana Rûmetê û dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin û deqeyekê rêz hate girtin. Piştre gelek axaftin hatin kirin. Bi navê TEV-DEM‘ê Dijwar Axa, bi navê PYD‘ê Ebdulkerîm Saroxan, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo hevserokê meclisê Masûm Hesen û bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk şêwirmend Rêzan Gulo axivîn.

Di axaftinan de rola şehîdan a di parstina welat ji êrişên dewleta Tirk a dagirker de hate destnîşankirin û soza şopandina rêya şehîdan û kombûna li derdora QSD‘ê ta pêkanîna serkeftinê hate dayîn.

Beşdaran  gotin, serkeftinên şervanên  QSD`ê li Serêkaniyê wê dîrok bejna xwe jêre bitewîne. Her wiha diyar kirin ku şoreşa Rojava şoreşa avakirina civak û fikrekî azad û jiyana hevbeş û biratiya gelane, ne şoreşeke kilasîk ya guhertina sîsteman e. Ev jî bi cihgirtina şervanên ji hemû pêhateyên Kurd, Ereb, Suryan Û Asurî cihê xwe di çeperên parastina welatê xwe Suriyê de.

Herkîna şêniyan a ber bi konê sersaxiyê ve didome.

 ANHA