Li bajarê Qamişlo û navçeya Girê Legê ji malbatê şehîdênê Berxwedana Rûmetê re sersaxî hate xwendin

Ji bo şehîdan Mihemed Elî (Berxwedan Qamişlo) û Ebdulhemîd Hesen (Cam Qamişlo) yên di 30`yê Cotmeha derbasbûyî de li gundewarên navçeya Til Temir şehîd bûne, Yûsif Erdogan (Demhat) di 13`yê Cotmehê şehîd bibû merasîmê sersaxiyê li pêşiya goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê  ya bajarê Qamişlo merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.

Li bajarê Qamişlo û navçeya Girê Legê ji malbatê şehîdênê Berxwedana Rûmetê re sersaxî hate xwendin
Li bajarê Qamişlo û navçeya Girê Legê ji malbatê şehîdênê Berxwedana Rûmetê re sersaxî hate xwendin
Li bajarê Qamişlo û navçeya Girê Legê ji malbatê şehîdênê Berxwedana Rûmetê re sersaxî hate xwendin
Li bajarê Qamişlo û navçeya Girê Legê ji malbatê şehîdênê Berxwedana Rûmetê re sersaxî hate xwendin
Li bajarê Qamişlo û navçeya Girê Legê ji malbatê şehîdênê Berxwedana Rûmetê re sersaxî hate xwendin
3 mijdar, 2019   17:08
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo û şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê herikîn bin konê sersaxiyê û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin. Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîde Botî axivî, anî ziman ku, li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku sûcên dermirovî derheqê sivîlan de pêk tînin û bi cenazeyê şehîdan dilîzin dê serkeftin dê para şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk be.

Endamê Meclîsa bajaroka Girbawî ya ser bi bajarê Qamişlo ve, Seyfedîn Hesen got, ku destkeftên di şoreşa Rojava de hatine pîkanîn, mucîzeya sedsala 21`an e û got:``dayikên şehîdan wek roja dawetê di merasîmên oxirkirinê de, tilîliyan dibêjin.``

GIRKÊ  LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrikê, Girkê Legê û Çil Axa, berê xwe dane navçeya Girkê Legê û sersaxî ji malbatên şehîdan re `` Mihemed Denîz (Çekdar Amed), Mihemed Budak (Têkoşer Penaber), Fermandar Asra Arşemîd (Denîz Amed), Mihemed Murad (Dilgeş Çîlo), Minem El-Ebas (Egîd Qamişlo), Ceylan Aşkan (Ronahî Kode), Binar Yilmaz (Zeyneb Amed) û Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad Vedat Ardemçî yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a hate vegirtin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Wensa Şawîş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got, şehîdan ji bo mirovahiyê û tevahî gelan berdelên giranbuha didin. Wensa soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji Rêveberên Kongreya Star jî Esma Murad got:`` Ew demê ku em ditirsîn bi zimanê Kurdî baxivin bi dawî bû, niha em di qonaxa berxwedanê de dijîn. Bi vê berxwedanê de em ê biserkevin."

Merasîm bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

(rr)

ANHA