Di êrişa dewleta Tirk de endamê rêxistina " free Burma rangers" a Amerîkayê jiyana xwe ji dest da

Endamê Rêxistina free Burma rangers a Amerîkaytê ji ber topbarana arêtşa dewleta Tirk a dairker a li dijî karwana bijîkên rêxistinê li gundewarên Til Temirê, jiyana xwe ji dest da.

Di êrişa dewleta Tirk de endamê rêxistina " free Burma rangers" a Amerîkayê jiyana xwe ji dest da
3 mijdar, 2019   14:00
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker karwana bijîşkên Rêxistina free Burma rangers a Amerîkaytê ya pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ên di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de topbaran kir. Di encamê de 2 endamên rêxistinê birîndar bûn.

Birîndar rakirin navçeya Til Temirê. Lê belê endamê Zaw Senk ku ji Thailand e (37) di encama birînda giran de jiyana xwe ji dest da.

Li gor qanûnên navdewletî, hedefgiritina tîmên tenduristiyê sûcekî şer e. Her wiha artêşa dewleta Tirk a dagirker beriya vê komkujiyek derheqê tîmên tenduristiyê pêk anîn. Ev komkujî li Girê Spî pêk hat.

(fr)

ANHA