Şêniyên Serêkaniyê: Tenê em dixwazin li bajarê xwe vegerin

Bi hezran şênî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne, hêviyeke wan heye ku li Serêkaniyê vegerin û koçberekî wiha got: "piştrast dikimû dê vê merheleyê derbas bikin û bi ser bikevin."

Şêniyên Serêkaniyê: Tenê em dixwazin li bajarê xwe vegerin
3 mijdar, 2019   13:49
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê de zêdeyî 300 hezar şênî ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûn. Praniya koçberan di rewşên zehmet de dijîn. Tenê alîkarî ji hindek saziyên herêmî û Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji wan re têne pêşkêşkirin.

Piraniya koçerên Serêkaniyê berê xwe da bajarê Hesekê. Di dibistan an jî li gel xizmên xwe, xwe bi cih kirine. Lê tenê xweneke wan heye ku li mal û bajarên xwe vegerin.

Şêniyê bi navê Sibhî Mihemed  ku ji ber êrişan neçarî koçberiyê bûye, wiha got: "Ji destpêka ku balafiran bombebaran kiriye ve, tevî mala apê xwe ji malên xwe derketin. Dema ku gihiştin Til Helef, dewleta Tirk a dagirker em topbaran kirin. "

Mihemed di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em niha li bajarê Hesekê ne. Lê dixwazin li Serêkaniyê vegerin. Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê malên talan kirin."

Mihemed diyar kir ku vegera li Serêkaniyê ji wan re weke xewnekê ye û wiha pêde çû: "Heta ku çeteyên dewleta Tirk di Serêkaniyê de hebin em tu carî venagerin."

Ji aliyê xwe ve jî şêniyê bi navê Şêxmûs Qasim (80) ev titş anî ziman: "Rewşa Serêkaniyê pir zehmet e. Topbarana artêşa Tirk didome. Sivîlan beriya leşkeran dike hedef. Ji ber wê em derketin."

Apê Şêxmûs hêvî kir ku li Serêkaniyê vegere û wiha axivî: "Baweriya min heye ku em ê vê pêvajoyê derbas bikin û bi ser bikevin. Ji beriya hezarê salan ve gelê Kurd di îxanetan derbas dibin. Hemû dewletan xwestin ku em bên qirbikin. Lê me li ber xwe da, bi ser ketin û xwe û hêza xwe îsbat kir."

Apê Şêxmûs di dawiyê de ev tişt got: "Em ji tu dewletan naxwazin ku me biparêzin. Ji ber em gelê ku parastina xwe û xaka xwe bi xwe dikin."

Bavê Mihemed jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan ji gelê wan kuştin û bi hezeran Jî neçarî koçberiyê kirin.

Bavê Mihemed diyar kir ku ew di dibistanên koçberiyê de ne û rewşa wan ne baş e û wiha bi lêv kir: "Tenê hêviyeke me heye ku em li Serêkaniyê vegerin."

Li gorî komîteya Kar û Barên Rêxistinan a bajarê Hesekê, zêdeyî 200 hezar kes ji herêma Serêkaniyê û gundewarên wê koçber bûne. Li 64 dibistanên bajarê Hesekê û gundewarên wê hatine belavkirin. Rêveberiya Xweser dest bi amadekirina kampekê ji koçberan li bajarokê Tiwêne yê 12 km rojhilatê bajarê Hesekê ye, dike. Her wiha hinek malbat di kampê de di nava zehmetiyan de dijîn.

(bx)

ANHA