Mîna DAIŞ`ê.. çeteyên Tirkiyê: Kuştin û serjêkirina kurdan helal e

Serçeteyekî çeteyên bi navê Ceyş El-Wetenî yên girêdayî dewleta Tirk di xitbeya nimêja roja înê ya li mizgefteke Serêkaniyê de got, kuştina kurdan helal e, ev yek girêdana wan bi çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra re piştrast dike.

Mîna DAIŞ`ê.. çeteyên Tirkiyê: Kuştin û serjêkirina kurdan helal e
3 mijdar, 2019   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj bi roj delîlên girêdana çeteyên dewleta Tirk ên beşdarî êrişên li dijî xaka Sûriyê bûne yên bi çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra re eşkere dibin.

Di xitbeya roja înê de ku li mizgefteke Serêkaniyê pêk hat, serçeteyekî ji çeteyên bi navê "Ceyş El-Wetenî" ê girêdayî Tirkiyê ku navê Ebo Îslam El-Dêrî li xwe kiriye, bang dike ku Kurdan mîna "Pezan" ser jê bikin û bikujin.

Serçete di xitbeya xwe de ku dîmenên bideng li ser malpera "YouTube"  hatine belavkirin, dibêje ku ev fetwa "Kuştina Kurdan û serjêkirina wan" rewa ye û sûnd bi pirtûka Quranê dixwe ku rewa ne.

Serçeteyê ku bi navê Ebo Îslam El-Dêrî, gelê Kurd bi "Xenzîr û radîkalan" şibihand. Ev jî heman navên ku DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên ku di fetwayên xwe de bi kar anîne ku kuştina kurdan û serjêkirina wan bi navê ola Îslamê helal kiriye.

Ev fetwayên ku çeteyên Tirkiyê dide tu têkiliyên xwe bi ol re tune ne û piştrast dibe ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji herêmên DAIŞ`ê di hemleyên ku QSD`ê li dar xistin de reviyan û berê xwe daye Tirkiyê û herêmên çeteyên Tirkiyê, nîşan dide ku DAIŞ bi artêşa Tirk a dagirker re beşdarî êrişan dibe.

Kuştina serçeteyê çeteyên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li gundê Berîşa yê 5 km dûrî sînorê Tirkiyê yê li parêzgeha Idlibê ya di bin kontrola Tirkiyê û istixbarata wê de, diyar e ku DAIŞ li herêmên Tirkiyê hene. Her wiha jî hê zêdetir der barê pêkanîna êrişên dewleta Tirk ên li dijî girtîgeh û kampên ku DAIŞ tê de ne, tên piştrastkirin.

Artêşa Tirk a dagirker di nîviyê meha Cotmehê de dest bi êrişên li ser kampa Eyn Îsa ya ku beşa çeteyan û malbatên DAIŞ`ê tê de ne kir û bû alîkar ku zêdetirî 850 DAIŞ`î û malbatên wan birevin. Her wiha di bombebarana li ser girtîgeheke DAIŞ`ê de  bû sedema reva 5 çeteyên DAIŞ`ê.

(jo)

ANHA