Li Til Hemîsê teqîn:3 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn

Li ser rêya petrolê ya rojhilatê Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê, mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya, 3 endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Li Til Hemîsê teqîn:3 endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn
3 mijdar, 2019   11:00
QAMIŞLO

Li ser rêya petrolê ya rojhilatê Goristana Şehîdan a Til Hemîsê, mayînek bi erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqiya. Kesên mayîn çendine, hewldana derxistina nakokî û têkbirina ewlehiya herêmê dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin, ku 3 endamên wan birîndar bûne û wan rakirin nexweşxaneyê.

(eh)

ANHA