Xizmetkarên tenduristiyê di hedefa dewleta Tirk de ne: Peymana Cinêvê tê binpêkirin

 Dewleta Tirk, li pêş çavê hemû cîhanê li Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûrî sûcên şer didomîne. Piştî sivîl kuştin, dibistan û nexweşxane bombe kirin; çekên kîmyewî û biyolojîk bi kar anîn. Niha jî xebatkarên tenduristiyê dike hedef.

Xizmetkarên tenduristiyê di hedefa dewleta Tirk de ne: Peymana Cinêvê tê binpêkirin
Xizmetkarên tenduristiyê di hedefa dewleta Tirk de ne: Peymana Cinêvê tê binpêkirin
Xizmetkarên tenduristiyê di hedefa dewleta Tirk de ne: Peymana Cinêvê tê binpêkirin
Xizmetkarên tenduristiyê di hedefa dewleta Tirk de ne: Peymana Cinêvê tê binpêkirin
Xizmetkarên tenduristiyê di hedefa dewleta Tirk de ne: Peymana Cinêvê tê binpêkirin
3 mijdar, 2019   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Derket holê ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li bajaroka Silûkê ya Girê Spî di 13'yê Cotmehê de, dema ambulansa ku diçû hawariya birîndaran bike, 2 jin, 3 xizmetkarên tenduristiyê bi saxî dîl girtin û piştre înfaz kirin.

Sûcên şer ku çeteyan pêk anîne, carek din li ser hesabê medyeya civakî hat parvekirin û eşkerekirin. Wêneyên îşkenceya ku li xizmetkarên tenduristiyê Sozgîn Efrîn, Medya Xelîl Îsa hatiye kirin, li ser medyeya civakî hat parvekirin.

Hiqûqa şerê çekdarî ango Hiqûqa Şer a Peymana Cinêvê ya Navneteweyî, wekî çavkaniya bingehîn a mirovî ya navneteweyî tê zanîn. Li gorî xala 16'emîn a peymanê; nexweşxaneya ku ji bo birîndar, nexweş û jinên ducanî tên amadekirin û xebatkarên nexweşxaneyê divê bi tu awayî neyên hedefgirtin. Ango li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, divê xizmetkarên tenduristiyê yên biçûk û mezinan tedawî dikin, neyên hedefgirtin. Ger ku li dijî xizmetkarên tenduriustiyê êriş pêk bê jî ev yek wekî sûcê şer tê qebûlkirin. Di heman demê de mafên wan ên ji bo mudaxaleya birîndar û nexweşan bike ku biçin qada şer jî heye.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji roja 9'ê Cotmehê ya destpêkirina êrişan heta îro sûcên şer pêk tîne. Bi deh caran sûcên şer kirine.

Nexweşxaneya Serêkaniyê ya yekane, di navbera 13-20'ê Cotmehê de bi deh caran rastî êrişan hat û hat bombekirin. Zêdeyî 120 birîndar li nexweşxaneyê hebûn. Dema birîndarên li nexweşxaneyê tedawî dibûn jî rastî êrişan hatin. Nûçegîhanên li herêmê bi dîmenan nîşandan ku dema xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneyê birîndar derman dikirin hat dîtin ku çawa di bin gule û êrişan de dixebitin.

Dema nexweş vediguhastin nexweşxaneyê ambulans dihatin hedefgirtin

Yên ku şopa çekên kîmyewî li ser bedena birîndaran tespît kir û dîsa yên ku ev yek xist bin qeydan bijîşkbûn.

Heyva Sor, yek ji saziya ku agahiya "xebatkarên tenduristiyê rasterast dikin hedef" bi cemaweriyê re par ve kiriye.

Rêvebara Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê, diyar kir ku li herêmê bi taybetî ambulansan dikin hedef. Her wiha jî ambulans ku di bin êrişan de birîndaran ji Serêkaniyê derdixin û mafê dermankirinê tê astengkirin.

Dewleta Tirk, tenê peymana Cinêvê li Serêkaniyê bin pê nekiriye lê belê dosyaya wê tijî sûcên binpêkirinan e.

Heman sûc li Efrinê jî kiribû

Dewleta dagirker a Tirk dema êrişî Efrînê dikir jî, Nexweşxaneya Avrînê bombe kiribûn. Gelek nexweşên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dabûn. Her çendî dewleta Tirk li ser bertekên navneteweyî sûcên xwe yên di vê derbarê de înkar bike jî, bi dîmenên ku li nexweşxaneyê hatine kişandin, êrişên wê hatin belgekirin.

Dîsa di êrişên dagirkirina Efrinê de xebatkarê tenduristiyê Şiyar Hecî Ebdo, dema li Cindirêsê mudaxaleya birîndaran dikir, dewleta Tirk topbaran kir û di encamê de şehîd bûbû.

Dewleta Tirk, dema berxwedana Rêveberiya Xweser a Bakurê Kurdistanê dîsa xebatkarê tenduristiyê li Nisêbîn û Cizîrê kiribûn hedef. Xebatkarên ku çûn hawara birîndarên li jêrzemîna Cizîrê bikin destûr neda û hatin hedefgiritn.

Li Cizîrê dema ku xebatkarê tenduristiyê Aziz Yural bi hawara jina birîndar çû, leşkerên dewleta Tirk hedef girt û şehîd bû.

Dîsa li navçeyên Nisêbîn, Sûr û Şirnexê nexweşxane û xizmetkarên tenduristiyê bûn hedefa êrişan. POH û JOH’ê, Nexweşxane vegerandin baregeha leşkerî.

Di êrişan de xebatkarên tenduristiyê Eyup Ergen û Şeyhmus Dursun jiyana xwe ji dest da.

Dema mijara gotinê Kurd be, dewleta Tirk yekser bi awayekî sîstemantîk sucên şer pêk tîne, li aliyê dinê jî li welatên cuda êrişa li dijî tîmên tenduristiyê sucên şer in.

Hezîrana 2018'an dema ku hemşîreya Filîstînê Rezan El-Necar ji aliyê Îsraîlê ve hatiye qetilkirin, wezîrên Tirkan gotibûn: "Di şer de endamên tenduristiyê bên hedefgirtin, sucên şer in."

ANHA