Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir

Îro şandeyek ji Dêra Incîlî ya Qamişlo serdana xwepeşendarên li ber avahiya Komseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a li bajarê Qamişlo kir. Şandiyê piştgiriya xwe bi şêniyên Serêkaniyê  yên ku di encama êrişên dewleta Tirk de koçber bûne rave kir.

Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir
Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir
Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir
Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir
Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir
Şandeya Dêra Incîlî piştgiriya koçberên Serêkaniyê kir
2 mijdar, 2019   17:07
QAMIŞLO           

Şêniyên Serêkaniyê yên ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de koçber bûne, çalakiya xwe ya protestoyî li ber avahiya Komseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a li bajarê Qamişlo di roja 6`an de didomînin.

Çalakî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û koçberkirina şêniyan tevî ku banga vegera xwe dikin û derxistina Tirkiyê ji bajarê xwe dikin tê.

Îro şandeyek ji keşîşên Dêra Incîlî ya bajarê Qamişlo û Dêra Kurdan a li Lubnanê tevî 60 kes ji koçberên bajarê Serêkaniyê serdana çalakiya konvedanê kirin.

Di serdanê de bi navê yekitiya Dêra Incîlî ya Qamişlo Corc Mûşî axivî û diyar kir ku armanca sereke ya serdana wan ne pêşkêşkirina alîkariyan e, piştgiriya koçberên ku bi zorê ji malên xwe koçber bûneye.

Mûşî diyar kir ku ew lava dikin ji bo ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin û got: "Tu cudahî di navbera Kurd, Suryan û Ereb tune ye. Tirkiyê tunekirina muzeyîka Sûriyê ya rengereng bi taybet li bakurê Sûriyê armanc dike." 

Ji aliyê xwe ve koçbera ji Serêkaniyê bi navê Hemrîn Xelef got ew tenê dixwazin vegerin bajarê xwe.

Piştî bi dawîbûna axaftinan beşdarên çalakiyê sloganên `Em ê axa xwe ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê biparêzin`, `Mil bi mil serkeftin wê para me be` û` Bi nimêjên xwe em bang li xwedê dikin ku aştiyê li welatê me belav bike berz kirin`.

(şx)

ANHA