Li Helebê 2‘ê Mijdarê hate silavkirin

Bi silogana ``Rojava bi berxwedana xwe serbilinde, îro cîhan te silav dike``, bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê daketin qadan û piştgiriya Roja Cîhanî ya Rojava kirin.

Li Helebê 2‘ê Mijdarê hate silavkirin
2 mijdar, 2019   17:06
HELEB

Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi boneya 2‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Rojava meşeke girseyî li dar xistin.

Meş ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxê destpê kir. Di meşê de alên YPG, YPJ, pankartên bi nivîsên `` Rojava bi Berxwedana xwe serbilinde û îro cîhan te silav dike``, `` Em ê bi tolhildanê dagirkeriyê bişkînin û Rêbetiyê azad bikin, ey kujer Erdogan destê xwe ji Rojava bikşîne`` hatin hildan.

Xwepêşanda li kêleka mizgefta Selam a taxê sekinî. Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endamê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sebrî Efrîn axivî.

Sebrî Efrîn berxwedana Rûmetê silav kir û anî ziman ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê îradeya gelên herêmê neşkîne.

Her wiha got:`` Dûrxistina nûnerên gelê Rojava yên ku ji destpêka aloziyê li ber xwe didin ji komîteya destûrî ya Sûriyê de ne rewa ye, komîte wê bê encam be."

Endama PYD`ê Elîfe Hesen jî, axivî û Roja Cîhanî ya Rojava li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got ku ev roj ji hemû gelan re rojeke dîrokîye.

Xwepêşandan bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Rojava û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(rr)

ANHA