Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temir bi Kurd, Ereb û Asûr ji bo 2‘ê Mijdarê Roja Cîhanî a Rojava meşiyan.

Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
Pêkhateyên Til Temirê ji bo 2‘ê Mijdarê meşiyan
2 mijdar, 2019   16:56
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temir bi Kurd, Ereb û Asûr ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi Çarxereya Ş.Qendîl ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de pankartên bi nivivîsên"2‘ê Mijdarê Roja Rojava a Cîhanê", "Her Der Rojava Her Der Berxwedan e", alên Kongreya Star û QSD‘ê hatin bilind kirin û diruşmeyên"Berxwedan Jiyan e", "Qatil Erdogan" û "Berxwedana Rûmetê bilind dibe" berz dikirin.

Meş li Çarxereya Ş.Qendîl rawestiya û deqeyek rêz hate girtin. Piştre  endamê Meclisa navçeya Til Temir Ebdilrehman Hisên axivî.

Hisên berxwedana Kobanê bibîr xist û ev yek anî ziman:"Berxwedana Kobanê hemû planên hêzên hegemon û dîktator li ser gelê herêmê şikandin û li cîhanê denge veda. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarîbûn bi têkoşîn û berxwedana xwe nêrîna cîhanê ji xwe re bidin guhertin. Bi saya ewqase berxwedanî proje û şoreşa me ji cîhanê  û Rojhilata Navîn re dibe nimûne. Ka em bi hev re asta têkoşînê bilind bikin û dagirkeran ji ser xaka xwe biqewitînin û dawî li faşîzmê bînin."

Meş bi diruşmeya"Berxwedan Jiyan e" bi dawî bû.

ANHA