`Ji ber em gelek berxwedêr in em teslîm nabin’

Bi hezaran şêniyên Minbicê di meşek girseyî de teqez kirin ku ew piştgiriya berxwedana Rojava dikin û li hember dagirkeran hevgirtî ne û got: "Ji ber ku em gelek berxwedêr in em teslîm nabin û em ê li hemberî êrişan li berxwe bidin."

2 mijdar, 2019   16:48
MINBIC

Şênî ji ber çarxerêya kolana El-Rabta li aliyê rojava heta kolana El-Wadî(Gelî) li navenda bajêr meşiyan. Şêniyan alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jin hildan û sloganên silavkirina berxwedana Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Meş li kolana El-Wadî rawestî û veguherî mitingê. Piştî deqeya rêzgirtin, mitîng bi gelek axaftinan destpê kir. Jê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a MInbicê û gundewarê wê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xilo, seroka Partiya Sûriye ya Pêşeorjê şaxê Minbicê Ezab Ebûd û berdevka Meclisa Jin a Minbicê Ibtîsem Ebdulqadêr.

Axaftvanan   bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Rojava berxwedana ku li herêmê tê meşandin silav kirin. Her wiha teqez kirin ku zêdetirî 30 dewletan tev li berxwedana Rojava bûn û piştgiriya gelên Rojava kirin. Ev berxwedan ji Kobanê destpê kir û li Hecîn û Baxozê bi dawî bû.

Axaftvanan teqez kirin ku hêzên herêmê yên leşkerî şerê xeteritirîn rêxistina terorîst kirin û ji bo ewlehiya herêmê û cîhanê gelek şehîd dan.

Axaftvanan di nav gotinên xwe diyar kirin ku gelên herêmê gelek berxwedêr in û teslîm nabin û bang li civaka navdewletî kirin ku helwestek cidî nîşan bide û rê li pêşiya binpêkirin û sûcên Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire.

Di nav axaftinan de herdu zarokan Sracdîn û Tacdîn helbestek bi navnîşan `Cenazeyê zarokek nediyar û azara zarokan di bin konan de` vegotin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan koma girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê şanoyek bi navnîşan `Sûriye dayîk` a girêdayî sûc û komkujiyê artêşa Tirk a dagirker der heqê sivîlan de pêşendan.

Meş bi vegotina helbestvan Ebas Reşîd helbestek bi navnîşan `Welatê min` bi dawî bû.

(şx)

ANHA