Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi hezaran kesî cenazeyê 4 şehîdaên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê hatin veşartin.

Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 4 pakrewanên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet li Kobanê hatin veşartin
1 mijdar, 2019   16:09
KOBANÊ

Bi beşdariya bi hezaran şêniyên Kobanê, îro cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Beşar Şêxî (Beşar) ê 30`yê Cotmehê li Zor Mixarê şehîd bû, Wehîd Derwîş (Zîlan Kobanê) a 27`ê Cotmehê li Serêkaniyê şehîd bû, Behaedîn Elî (Behaedîn) 21`ê Cotmehê Girê Spî şehîd bû, Mihemed Xelîl (Serhildan Kobanê) 14`ê Cotmehê li Serêkaniyê şehîd bûye, li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê, hatin oxir kirin.

Mersîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim axivî. Muslim ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û li ser giringîya yekbûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li  hemberî dagirkeriyê destnîşan kir

Muslim wiha got:"Bi ruhê şehîdên ku di oxira jiyana azad û bi rûmet û pêkanîna edaletê de canê xwe dane fedakarî kirine dê berxwedan bidome û em soz didin li ser rêya şehîdan bimeşin heta serkeftin pêk were."

Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 16 şehîdên ku demên verê cenazeyên wan hatine veşartin, xwendin û radestî malbatên wan kirin. Nasnameyên şehîdan wiha ne; Xelîl Kalo (Ebû Çîlo), Mehmûd Deharkol (Emîn Bahoz), Diyar Ubêd (Diyar Kotik), Basil Xelîl (Birûsk), Elî Berko (Hogir Kobanê), Zeîme Delî (Zeîme), Mihemed Ebdî (Mihemed Taşlok), Zana Celel (Gênco Şarezor), Xelîl Elî (Xemgîn Edîb), Aybad Bekir (Dilovan Kobanê), Mihemûd Can (Botan Farqîn), Ehmed Mihemed (Cûdî Kobanê), Dîlan Olmaz (Dilovan Gever), Îbrahîm Muslim(Şervan Girê Spî), Mihemed Şeyban (Mihemed), Ronar Derwîş (Yeldiz Aşme), ku di demên pêştir de hatibûn oxirkirin, hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên her çer şehîdan di nava tilîliyên dayikan, siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Rûmetê de hatin veşartin.

(rr)

ANHA