Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn

Beriya niha bi çend kêliyan motorskilêtek li nêzî Mesakin Şûrta li taxa El-Salihiyê ya Hesekê teqînek rû da, di encamê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn.

Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn
Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn
Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn
Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn
Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn
Di teqîna Hesekê de 4 sivîl û leşkerek birîndar bûn
31 cotmeh, 2019   10:42
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji bajarê Hesekê diyar kirin ku teqîn di seat 11:30 pêk hat û sivîl kirin hedefa xwe, di encama teqînê de 4 sivîlên ku ji herêmên sînor koçber bûn, birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn ev in "Şerîf Xelîl (38) ji navçeya Dirbêsiyê, Ebdullah Ferec (30), Ismaîl Sayîl (50) ji navçeya Serêkaniyê û Mistefa Cemîl (60) ji navçeya Dirbêsiyê."

Her wiha di teqînê de leşkerek birîndar bû, lê hîna nasname û hêza ku lê dimîne, wî nehatiye zanîn.

Li gorî bijîşkên li nexweşxaneya gel, ku birîna wan sivik e, lê di teqînê de çavekî şêniyê bi navê Ismayî Sayîl çû.

Nûçegihanê me diyar kirin ku ji ber teqînê zirarên madî jî di mal û milkên sivîlan û erebyên nêzî cihê teqînê, çêbûn.

(jo)

ANHA