Bernamzeta serokatiya Amerîkayê: Erdogan nijadperest

Bernamezta Demokratî ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên 2020’an Tulsi Gabard bi tundî êrişî serokomarê dewleta Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan kir û wiha got: " Erdogan nijadperest û bi nexweşiya dînbûna ketiye.”

Bernamzeta serokatiya Amerîkayê: Erdogan nijadperest
31 cotmeh, 2019   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekê ku Tulsi Gabard li ser hesabê xwe yê tevna civakî ya tiwtterê belav kiriye de wiha got: "Erdogan êriş Sûriyê kir û kurdan bi bikaranîna endamên DAIŞê, El-Qaîdê û çeteyên ser jê dike."

Tulsi Gabard wiha domand: "Ji salan ve min hişariya vê rewşê daye û Erdogan piştevaniya DAIŞ, komên terorîst yên dîtir ku serweriyê li ser Sûriyê bikin, dike."

Tulsi Gabard di axavftina xwe de wiha lê zêde kir: "Ew ji salan ve vê yekê înkar dike. Lê belê rastî eşkere ye. Ew milîsên tundrew ku ji endamên berê yên rêxistina DAIŞ’ê û endamên El-Qaîdê yên terorîst ava dike û bê wê re jî rastiya wî diyarker e."

Tulsi Gabard wiha bi dawî kir: "Erdogan tundrew û bi nexweşê dînbûnê ketiye.”

(fr)