Pentagon: Tevî kuştina El-Bexdadî jî lê "DAIŞ" hê jî xeter e

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê General Kenneth Mackenzie piştrast kir ku tevî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî lê "Rêxistina terorîst" hê jî xeter e û dê hewl bidin êrîş bikin da ku tola xwe rakin.

Pentagon: Tevî kuştina El-Bexdadî jî lê "DAIŞ" hê jî xeter e
31 cotmeh, 2019   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku hefteyek li ser kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî di êrişeke taybet a hêzên Amerîkayê li Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê ku 4 km ji sînorê Tirkiyê ve dûr e, General Kenneth Mackenzie yê ku ew erk bi rê ve biriye got: "Tevî kuştina wî jî lê hê rêxistina terorîst xeter e."

Ajansa United Press International a Amerîkayê li ser zimanê Kenneth Mackenzie wiha ragihand: "DAIŞ dê êrîşan pêk bîne da ku tolê hilde."

Kenneth Mackenzie di civîneke çapemeniyê de wiha diyar kir: "Dê xeternak bin û pêşbîn dikin ku ew êrişan toldana kuştina serçeteyê xwe pêk bînin û em jê re amade ne."

Der barê çarenûsa DAIŞ`ê de Kenneth Mackenzie wiha axivî:"DAIŞ beriya her tiştî îdeolojî ye, têkbirina wan jî bi demeke dirêj bi kuştina serçeteyên wê, nepêkan e. Ji lewre ji bilî pêşerojeke bixwîn nabînin. Ji ber ku ev îdeolojî û mixabin dê hebe. Lê belê texmîn dikin ku tenê rêbazeke heye ku dê DAIŞ’ê bi demê re bê aktîv û çalak be."

(bx)