Li Zirgan û Til Temirê, hejmarek erebe hatin teqandin,  gelek kuştî birîndarên çeteyan hene

Şervanên QSD`ê li gundên Zirgan û Til Temirê, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin û derbeyên giran li wan xistin. Di encamê de, 4 erebeyên doşka û 3 erebeyên veguhistina leşker hatin teqandin û gelek çete hatin kuştin.

Li Zirgan û Til Temirê, hejmarek erebe hatin teqandin,  gelek kuştî birîndarên çeteyan hene
31 cotmeh, 2019   09:07
HESEKÊ

Şervanên QSD`ê duh li gundên Til Werd û Ingel Hawa yên girêdayî Zirganê, êrişa artêşa Tirk a dagirker  çeteyên wê têk birin û 3 erebeyên doçka û 3 erebeyên veguhistina leşker û çeteyan teqandin û çeteyên têde hatin kuştin. Di heman demê de, şervanên QSD`ê dozereke artêşa dagirker li heman gundî teqandin û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar ne diyar e.

Di heman demê de, şevê din çeteyan êrişî gundê Til Mihemed ê girêdayî navçeya Zirganê kirin. Şervanên QSD`ê bersiveke tund da çeteyan û çete neçar man birivin. Di encama bersivdayîna şervanên QSD`ê de, erebeyeke doçka hat teqandin û 2 erebeyên toyota û erebeyeke BMB derbe xwarin. Her wiha di şer de, 15 çete hatin kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn.

Her wiha şevê din, çeteyên artêşa dagirker DAIŞ û El-Nusra xwestin êrişî gundê Erbegin a  girêdayî Til Temir bikin, şervanên QSD`ê bersiveke tund da û hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

(kc)

ANHA