Wezîrê Karên Derve yê Îtaliyayê: Tirkiyê xeteriyê li ser ewlehiya Ewropayê çêdike

Li gorî ajansa Ansa ya Îtalî ku Wezîrê Karên Derve yê Îtaliyayê Luigi Di Maio rexneyên tund li Tirkiyê kir û got dewleta Tirk xeteriyeke nû li ser ewlehiya Ewropayê çêdike.

Wezîrê Karên Derve yê Îtaliyayê: Tirkiyê xeteriyê li ser ewlehiya Ewropayê çêdike
30 cotmeh, 2019   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Luigi Di Maio di pêşengehê de bersiva li ser pirsa der barê êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got:"Êrîşên dewleta Tirk ewlehiya Îtaliya û tevahî Yekîtiya Ewropayê dixe xeteriyê. Ji ber ew revandina çeteyên DAIŞ`ê yên girtî li gel QSD`ê hêsan dike û bi rastî hejmareke ji wan reviyane."

Luigi Di Maio tekez kir ku êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rewa ne û dê bi xwe karasatên girêdayî qirkirina etnîk û guhertina demgrafîk bîne.

(bx)