Li Til Hemîsê merasîma şehîdan

Di merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê de, Hisên Ezam got, guleya yekemîn ku artêşa Tirk li dijî bajarê Qamişlo avêt, bû sedema şehadeta sivîlekî Suryan, her wiha nîvê şehîdên ji bajarê Girê Spî ji pêkhateya Ereb bûn.

Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma şehîdan
30 cotmeh, 2019   13:24
 QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û hêzên leşkerî cenazeya şervanê QSD`ê Fewaz Cuma (Şakir Hesekê) yê ku di 26`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bûbû oxir kirin.

Merasîm bi beşdariya sedan şêniyên navçeya Til Hemîs û ser navê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, hevserokê Meclisa Zagonsaz Hisên Ezam bi rê ve çû. Di merasîmê de hevserokê Meclisa Zagonsaz Hisên Ezam axivî û got, li dijî tank, panzêr û balafirên artêşa Tirk QSD`ê û gelên herêmê parastina xak û rûmeta welat kirin û dê bikin. 

Îdîayên Erdogan zelal bûn

Hisên Ezam têkildarî îdîayên Erdogan de wiha got, bila her kes bizanibe, ku guleya yekemîn Erdogan li dijî bajarê Qamişlo avêt, bû sedema şehadeta sivîlekî ji pêkhateya Suryan, her wiha nîvê şehîdên bajarê Girê Spî ji pêkhateya Ereb bû, wê gave Erdogan dagirker e û tenê ji bo parçeyekî dagir bike û serweriya împratoriya xwe berfirehtir bike, hatiye.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Zagonsaz diyar kir ku bi saya yekîtiya gelên herêmê, Kobanê û bajarên din dawî li talankeran anîn dê li vir jî têk bibin.

"Em parastina azadî û rûmeta xwe dikin"

Yek ji fermandariya têkiliyên QSD`ê yê li navçeya Til Hemîsê Hec Ehmed El-Keyret axivî û wiha anî ziman: “ Bila her kes bizanibe ku ne me şer hilbijartiye, lê belê em parastina nirx, azadî û rûmeta xwe dikin.

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê Til Hemîsê Ehmed Abawî wesîqeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

 Di dawiyê de, cenaze di nava sloganên"Şehîd namirin" hate oxirkirin.

(eh)

ANHA