Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Hezaran şêniyên herêma Dêrikê û gundewarên wê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana şehîd Xebat a Dêrikê veşartin. Her wiha şehadeta şervanên din hate eşkerekirin.

Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
30 cotmeh, 2019   13:17
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê berê xwe dan nexweşxaneya şehîd Hogir da ku cenazeyê şehîd Hacî Kortiş (Zana Amed), Zûbêr Bokar (Mehrem Ferhad), Şiyar Lewend (Şervan Gabar), Merizyar Mîran (Deniz), Rojîn Ebdilqadir (Mêdiya Şoreşger) û Fatime Dalman (Nohal) ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê û Girê Spî şehîd bûne werbigrin.

Şêniyan piştî ku cenaze wergirtin, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat.

Li gorsitanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

Asya wiha domand: "Komîteya destûrê ku civîna xwe li Cinêvê li dar dixin nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake û çarenûsa wê binketin e, ji ber pêkhate û gelê herêmê jê hatine dûrxistin, ji ber kesên beşdarî komîteya destûrê bûne nûnertiya gelê Sûriyê nakin, taybet dewleta Tirk ku gelek herêmên Sûriyê dagir dike."

Asya Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku desteka QSD`ê bikin û tekoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirk dewam bikin.

Paşê wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Her wiha nasnameya 5 şehîdên din ên bi navê Asra Arşemîd (Denîz), Fadil Mîran, Sewsen Yûksel (Nergiz), Rêzan Hilalî (Demhat Kara) û Mihemed Murad (Dilgeş Çîlo) hatin eşkerekirin.

Di nav têlîliyên dayîkan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê şehîd hatin oxirkirin.

ANHA