Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Rêveberiya Xweser got, 810 dibistan bi sedema êrişên dewleta Tirk rawestîne û bang li tevahî rêxistinên mirovahî ku qaşo bi navê mafên zarokan bang dikin, kir ku destwer dan bikin û dijminatiya dewleta Tirk a bi armanca guhartina xwezaya herêmê bi rêya siyseta tirkkirinê, rawestînin.

Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
Kewser Doko bang rêxistinên mafên zarokan kir: Diminatiya Tirkiyê rawestînin
28 cotmeh, 2019   13:20
EYN ÎSA

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Rêveberiya Xweser Kewser Doko li gel ajansa ANHA’yê der barê rewşên dibistan û xwendina li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ku dijminatiya dewleta Tirk di vê dawiyê de dagir kirine de, axivî.

Kewser Doko eşkere kir ku 810 dibistan li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji destpêka dijminatiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî van herêman de, rawestîne.

Kewser wiha domand: "Desteyê heta niha rûxandina 20 dibistanan belge kiriye. Dibistan jî ku hê jî diminatî negihiştine, bi sedema bicihbûna koçberên ku ji herêmên dagirkirî derketine, tijî bûne û rawestîne. Hejmara wan nêzî 70 dibistanî heye.”

Deste tevî koordînasyona bi Buroya Kar û Barên Mirovî hewl dide cih ji koçberên li dibistanan bi cih bûne dabîn bike, da ku ji nû ve dibistanan ji xwendekaran re veke û xwendina xwe berdewam bikin.

Kewser di axaftina xwe de diyar kir ku binpêkirinên der barê beşa xwendinê de pêk hatine, bû sedema 86 hezar xwendekar ji mafên xwendinê pê par bimînin û ev jî mitirsiyeke.

Li aliyekî din jî Kewser anî ziman ku çete niha hin dibistan wek baregehên leşkerî bi tînin. Her wiha jî bicihbûna çeteyan li dibistana Elî Şêx Dawûd a li ser sînor a li herêma Serêkaniyê hatiye belgekirin û piştrast kir ku ev kiryareke dermirovî ye.

Hevseroka Desteya Fêrkirin û Perwerdê Kewser Doko daxuyand ku der heqê dûbarebûna êşên Efrînê li ser van herêman de bi fikar in. Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kirine, siyaseta tirkkirina minhacên xwendinê û ferzkirina zimanî tirkî li ser şêniyên herêmê pêk tîne.

Li dawiyê Kewser Doko bang li tevahî rêxistinên mirovî yên ku bi navê mafên zarokan bang dikin, dest werdin û binpêkirinan rawestînin. Her wiha jî divê zarok bingeh bê girtin. ji ber ku zarok herî zêde ji xwendinê tên mehrûmkirin, pergende dibin û tên topbarankirin.

(fr)

ANHA