Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin

Şêniyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku ew tu hêzan ji bilî QSD`ê qebûl nakin ku parastina wan bikin, ji ber QSD`ê li ser biratiya gelan û bi saya lehengiya şehîdên ji hemû pêkhateyan ava bûye û wiha gotin: "Ji bilî QSD`ê em kesî qebûl nakin, eger bê xwestin em ê hemû bibin QSD`ê."

Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin
Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin
Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin
Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin
Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin
Şêniyên Hesekê: Ji bilî QSD`ê tu hêzan qebûl nakin
28 cotmeh, 2019   13:26
HESEKÊ

Hezaran şêniyên bajarê Hesekê ji bo desteka QSD`ê û şermezarkirina êrişa Tirkiyê û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra, meşek li dar xistin.

Şênî li çerxereya Sênalko kom bûn û wêneyên zarokan û birîndarên komkujiyên ku Tirkiyê û çeteyên wê pêk anîn û pankartên li ser nivîsa "Em hemû QSD`ê ne, zarokên me nekujin, parastina Çîçek Kobanê erka li ser milê hemû jinên cîhanê ye" hildan.

Şênî ji çerxereya Sênalko heta çerxereya Itfayê li taxa Til Hecer meşiyan û dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê û QSD`ê berz kirin, her wiha dirûşmeyên şermezarkirina êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qêriyan.

Li Til Hecer şênî deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan, paşê Hevseroka Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Soz Qamişlo û endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Efrîn axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin demogarafiya herêmê bighurin.

Her wiha axaftvanan destnîşan kirin ku QSD`ê ya ku parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû komên teror û çete kirin.

Axaftvanan da xuya kirin ku ew tu hêza ji bilî QSD`ê qebûl nakin, ji ber hêzên QSD`ê parastina Rêveberiyên Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û wiha gotin: "Ev hêz nûnertiya rêveberiyên me dikin û wê parastina me kirin, ji bilî wê em qebûl nakin."

Di meşê de gelek şêniyan ji ANHA`yê re axivîn.

Minewer Zavê axivî û wiha got: "Hemû herêmên ku QSD`ê rizgar kirin bi saya lehengiya şehîdan bûn, ji ber vê yekê em tu hêzan ji bilî QSD`ê ku parastina me bike, qebûl nakin, eger bê xwestin em ê hemû bibin QSD û em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin parastina xwe ji hovîtiya Erdogan û çeteyên wê bikin."

Her wiha şêniyê bi navê Hesen Sedo destnîşan kir ku baweriya wan bi QSD`ê ku ev 8 sal in parastina gelan dike, heye û wiha got: "Hêzên me ya ku nûnertiya rêveberiya me dike û em ê şerê dijminê mirovahiyê bikin."

Omer Ilêwî El-Emûrî jî axivî û wiha got: "Em hemû di Rêveberiya Xweser de wek bira dijîn, em tu hêzan ji bilî QSD`ê qebûl nakin ku parastina me bikin."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina QSD`ê û Berxwedana Rûmetê bidawî bû.

(jo)

ANHA