Erdogan – El-Bexdadî an jî hevkariya DAIŞ û Tirkan

Hat diyarkirin ku serokçeteyê DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî, li gundê Barîşa yê girêdayî Idlibê ku 5 km nêzî sînorê Tirkiyê ye, di encama operasyonekê de hatiye kuştin.

Erdogan – El-Bexdadî an jî hevkariya DAIŞ û Tirkan
28 cotmeh, 2019   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Pentagon, dema got “Hedef El-Bexdadî bû” piştrastkirina wê pêşî ji aliyê fermandarê QSD‘ê Mazlûm Ebdî ve hat, piştre jî serokê DYA‘yê Donald Tump ve hat kirin.

Mazlûm Ebdî got, "Operasyonê kuştina El-Bexdadî bi qasî 5 meh bi hevkariya îstîxbarî, bê kemasî hat şopandin. Hemû kesên tevlî vê erka mezin bûne spas dikim.”

Trump jî got “Rêberê DAIŞ‘ê El-Bexdadî di encamê operasyona me de hate kuştin.”

Bûyer weke mijara sereke ket rojeva cînahê. Lê mijara herî girîng ew e El-Bexdadî çawa li herêmekê 5 km nêzî Reyhanlî û nêzî cihê di bin çavderiya Tirkan de dimînê. Gelek çapemeniyên bi nav û deng balê dikşînên li ser vê mijarê.

CNN di nûçeyên xwe de  diyar dike ku “Nêzî sînorê dewleta Tirk komên çekdar ên dewleta Tirkiyê destek dide wan nêzî sînor mayîna El-Bexdadî bi agahdariya rayedarên dewleta Tirk û heta ew parastine”

Ya rast ji pirsa “El-Bexdadî çawa karî li wê derê bihewe?” Reusters bersiv da û got; “Serokê DAIŞ‘ê El- Bexdadî dema xwest ber bi sînorê Tirkiyê ve bireve hat kuştin”

https://www.reuters.com/article/us-mideast-crisis-baghdad/islamic-state-leader-baghdadi-reportedly-killed-in-syria-by-u-s-forces-idUSKBN1X602N

Têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk ji berê ve hene ku ev tişteke veşartî nîne.

Têkiliya Erdogan û El-Bexdadî yên aborî û îdeolojîk bi dehan car ketin rojevê.

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama, Wezîrê Karê Derve yê Berê yê Amerîka John Kerry, Rusya, Almanya, Fransa û gelek dewletên din di 2014’an de di hemû daxuyaniyên xwe de “Hevkariya Tirk û DAIŞ li ser çek û petrolê” dianîn ziman.

*Ji hela Yekîtiya Ewropayê ve di 2015‘an de karsazê George Hasvanî yê ji Sûriyê dema bi qaçaxiya petrolê hatibû tewanbarkirin wiha bersiv dabû “ Hûn esas petrola ku qaçaxî diçe Tirkiyê binêrin.”

Nûrenerê taybet ê tekoşîna li dijî DAIŞ’ê yê Amerîkî Brett McGurk got, “Ji 110 welatan 40 hezar DAIŞ bi rêka Tirkiyê ji bo ‘cîhadê’ çûn Sûriyê. Bi Tirkiyê re ji bo rêkên derbas bûne bigre me hevdîtin çêkirin. Lê Tirkiyê sînor negirt û ji me re gotin em nagirin.”

Dîsa daneyên bazirganiya çekan girêdayî navend Amerîka saziya Conflîct Armanênt Research (CAR) gelekî balkêş in. Li gorî rapora CAR ; hemû çeken ku  DAIŞ bikartînin di binê belgeyên hemû şîrketan de imzeya Tirkiyê heye.

https://www.gazeteduvar.com.tr/dunya/2016/12/15/car-isid-silah-hammaddesini-turkiyeden-sagliyor/

*Li gorî rapora îstîxbarata Rûsya amade kiribû wezareta parastina Rûsya bi daxuyaniyekê ev di Kanûna 2015‘an de ji raya giştî re eşkere kir û got “Serokomarê Tirk Erdogan û malbatî wî, petrola di destê DAIŞ ê de ye bi rêkên derqanûnî sevkiyata petrolê re têkildar e.”

http://www.cumhuriyet.com.tr/video/video/291121/iste_MiT_TIR_larina_baskin_ani.html

https://tr.sputniknews.com/rusya/201512021019418111-rusya-isid-petrol-erdogan-turkiye/

Ji aliyê din de piştî binketina DAIŞ‘ê ji hela QSD‘ve rayêdarên payabilind ên DAIŞ têkiliyên bi dewleta Tirk re bi agahiyên dane piştrast dikin.

*Bi navê xwe yê DAIŞ ê Ebû Ubeyde ango Îlyas Aydin, Di Gulana 2019‘an de der barê têkiliya Erdogan û DAIŞ ê de gelek daxuyaniyên girîng kirin.

Di nava têkiliyên Tirkiye û DAIŞ ê de ji sê navên girîng yek ji wan Îlyas Aydin e ku berpirsê sînorê Tirkiyê nêzî bajarê Kîlîsê di Îlona 2015‘an de ji aliyê DAIŞ de 2 leşkerên Tirk yên hatin revandin û şewitandinê ye.

Îlyas Aydin çi anî ziman?

“* Me di sînor de bi agahdariya MÎT’ê bazirganî dikir.

*Sînor di kontrola me de bû, bi MÎT’ê re hertim me civîn çêdikirin. Hemû teqemenî, madeyên kîmyevî, tedawiya birîndaran her tiştî me li ser deriyê Tirkiyê dikir.

*Buroyên Tirkî ango yekîneyek me yê taybet bi navê Masa Tirkiyê heye. Li Tirkiyê hemû çalakiyên ku bêne kirin me lîsteya wê pêşî dida MÎT ê. Yê dida jî kesê bi navê Abdurrahman Alagoz ê di teqîna Sirûcê de cih girti bû.

* Me bi MÎT’ê re du caran li Tirkiyê civîn çêkir.

* Efserê bi navê Ozgûr Ors me ji sînorê Tirkiyê ji bajarê Kîlîsê revand. Di 5’ê Çileya 2016‘an de ji bo em serbest berdin me bi MÎT’ê re hevdîtin kir. Di encamê de 50-60 şervanî ve hate taqazkirin.

*Me bi MÎT’ê re li ser mijarên em çawa dikarin bi hevre bixebitin, em çawa dikarin bê ku zirarê bidin hev me civîn dan çêkirin û xebat dan meşandin.

*Me xwest petrola ku em qaçaxî didin Tirkiyê fermî bikin lê belê hinek pirsgirêk derketin. Me bi Tirkiyê re têkiliyên dîplomatîk ava kirin. 250 hevalên me yên di destê wan de bû me lîsteya navên ma da û me xwest bên berdan. Piraniya wan hatin berdan.‘‘

https://www.youtube.com/watch?v=6_FmakAaeEA

Bi dewleta Tirkiyê re kesekî din ê têkiliya DAIŞ û Tirkiyê anî ziman sefîrê DAIŞ yê Tirkiyê Ebû Mensûr Maxrîbî bû.

Maxrîbî jî têkiliya xwe ya bi MÎT’ê re vegot.

“*Erka min têkiliya navbera DAIŞ û îstîxbarata Tirk rêvebirin bû. Min bi MÎT’ê re gelek caran rû bi rû civîn çêkirin. Piraniya civîna li cihên leşkerên Tirk pêk hatin.

*Endamên DAIŞ’ê dema di sînorê Tirkiyê re derbas dibûn an ji bo tedawî diçûn li nasname an jî pasaportên wan mêze nedikirin. Lihevkirina me bi vî awayî bû.

Maxribi de MİT ile ilişkilerini anlattı:

https://ahvalnews.com/tr/turkiye-isid/isid-turkiye-elcisinden-tuyler-urperten-iddialar-gorevim-turk-istihbaratiyla

Ev vegotinên ne tenê rûyê xuya dikir nîşan dide.

Têkiliya Erdogan û El-Bexdadî, DAIŞ û dewleta Tirk gelekî kurtir e ku ji hêla kesên li ser Rojhilata Navîn kar dikin rastiyeke tê zanîn e.

Peywendiya di navbera herdû hêzan de li Rojhilata Navîn ji sedî 80 misilmanên ku dijîn ji bo bikarin bikin bin kontrolê û weke parazvanên wan xwe dayîn diyarkirin e.

Erdogan bi destekdayîna DAIŞ‘ê re xwest hem tirsek bide avakirin hem jî çandên li herêmê dijiyan bipeçiqîne.

Lê Tirkiyê hêzên Kurd hesab nekiribû.

Dema Kuran li ser xaka xwe dawî ji serweriya DAIŞ’ê anî vê carê Erdogan bi xwe daket qadê û ji bo parezvaniya wan dest bi pengava kir.

Mînak di 25‘ê Cotmeha 2014‘an de El-Bexdadî li Musilê xutbeya Înê da û dema derketina ji mêja înê daxuyaniyên ku Erdogan da aliyên dişibên hev gelekî balkêşin.

El-Bexdadî beriya êrîş bibe ser Şengal û Kobanê 5‘ê Tîrmeha 2014‘an de xutbeyê de wiha got “Xweda ji bo em bikarin bi dijminên wî re şer bikin û olê wî bi cih bikin cîhad ango şer emir dike. Xwedê, ji mûcahîdan re retih kirineke hêsan bike nesîb û piştî demekê dirêj xwedê derfetê ji bo em dijminê wî re şer bikin da me û ez hatim vê barpirsyariya giran”

https://www.youtube.com/watch?v=QuN0HRc0rWU

Erdogan jî 25‘ ê Cotmehê li mizgefta Ûskûdar’ê weke ku bêje êdî dema xelîfetiya El-Bexdadî xilas, û xwe weke rêberê DAIŞ’ê îlan kir.

Ev daxuyanî jî dema çeteyên DAIŞ û El -Nusra ji bo bê Kurd kirina herêmê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikirin hat kirin.

Peyama Erdogan ya xwe weke “Xelîfeyê nû ez im” îlan kirî axaftina wî wiha ye: “Di hadîs-î şerîf de rabbê me diyar dike ku divê hûn lihember küffar hê dijwartir têbikoşin. Weke li Sûriyê divê em dijwartir tekoşîn bikin.”

http://www.cumhuriyet.com.tr/video/video/1646895/Erdogan__Kuffara_karsi_da_siddetli_olacagiz__Suriye_de_oldugu_gibi.html

küffar, ango kesên ku ne misilmanin, ango tê maneya kafir.

ANHA