Şêniyên Qamişlo û Serêkaniyê: QSD`ê vîna me ye

Bi hezaran şêniyên herêma Qamişlo û koçberên ji Serêkaniyê, bi dirûşma"QSD`ê vîna me ye" berê xwe da navenda NY`yê ya li Qamişlo.

Şêniyên Qamişlo û Serêkaniyê: QSD`ê vîna me ye
28 cotmeh, 2019   10:21
QAMIŞLO

Da ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberkirina bi sed hezaran sivîlên ji bajar û gundewaran wê ku di encama topbaran û bikaranîna çekên qedexekirî de neçar man ji malên xwe derbikevin, şermezar bikin, îro bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên ji Serêkaniyê meşek li naverasta bajêr li dar xist û tê payîn ku dê ber bi navenda NY’yê ya li bajêr ve biçin.

Şêniyan pankartên bi nivîsên"QSD vîna me ye, hevpeyman li dijî vîna gelan û red dikin" hilgirtin û her wiha sidriyên spî ku  li ser bi 3 zimanên erebî, kurdî û suryanî hatine nivîsandin " Serêkaniyê dîrok e, na ji dagirkeriya Tirkiyê û na ji qirkirinê re" li ber xwe kirine.

Girseya gel bi dirûşmên şermezarkirina dijminatiya dewleta Tirk ber bi navenda NY`yê ve diherikin.

Komîteya dispilînê diyar kir ku girseya gel dê li pêşiya navendê  konê çalakiyê vegire.

(eh)

ANHA