Mezlûm Ebdî: Berdevkê DAIŞ‘ê li Cerablusê hat kuştin

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê, Mazlûm Ebdî ragihand, di operasyoneke hevbeş a hêzên wan û hêzên Amerîkayê de, alîkarê Ebû Bekir Bexdadî û Berdevkê DAIŞ‘ê Ebû Hesen Muhacir li Cerablusê hate kuştin.

Mezlûm Ebdî: Berdevkê DAIŞ‘ê li Cerablusê hat kuştin
27 cotmeh, 2019   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê ragihand ku Ebû Hesen Muhacir li gundê Eyn El-Beyze ê li nêzîkî Cerablusê yê di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çeteyên wê de ye hate kuştin.

Ebdî diyar kir ku kuştina alîkarê El-Bexdadî encamê operasyoneke hevbeş a rasterast a navbera di îstixbarata QSD  û hêzên Amerîkaiyê de ye.

ANHA