Fransa û Brîtaniya: DAIŞ`ê bi kuştina El-Bexdadî re bi dawî nebûye

Daxuyaniyên girêdayî kuştina serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li du hev têne dayîn. Lê di heman demê de ji hin aliyan ve hişyarî hate dayîn ku ku DAIŞ`ê bi kuştina lîderê wê bi dawî nabe.

Fransa û Brîtaniya: DAIŞ`ê bi kuştina El-Bexdadî re bi dawî nebûye
27 cotmeh, 2019   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra Berevanî ya Fransayê Florence Barley, DYA`yê ji ber operasyona wê ya kuştina serçeteyên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî pîroz kir, lê di heman demê de hişyarî da ku ev nayê wateya bidawîbûna DAIŞ`ê.

Florence Barley li ser hesabê xwe twitterê got: "El-Bexdadî zû taqawîd bû lê rêxistina wî bi dawî nebû. Em bi şirîkên xwe re şerê li dijî DAIŞ`ê didomînin."

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ser twitterê got: "Mirina El-Bexdadî di şerê li dijî terorê de kêliyek girîng e. Lê şerê me li dijî DAIŞ`ê bi dawî nebûye. Em bi şirîkên xwe re di nav koalîsyonê de kar bikin ji bo rê li pêşiya hovîtiya DAIŞ`ê bigirin."

(şx)