Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan şêniyên gundewarê bakur rojavayê Tebqayê bi meşekê êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.  Di meşê de hate gotin, Tirkiyê hewl dide careke din DAIŞ`ê vejîne.

Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Şêniyên Tebqayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
27 cotmeh, 2019   16:55
TEBQA

Bi sedan şêniyên bajarokên Cirniye, El-Mehmudlî û Saykol û gundên derdorê li aliyê têketina bajarokê Cirniyê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Xwepêşendaran wêneyên şehîdên herêmê, wêneyên zarokên ku di encama êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmê birîndar bûne, alên Hêzên Sûriye Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Rêveberiya Jinan û Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Meş ji aliyê têketina bajarokê ber bi navenda bajarokê ve destpê kir. Şêniyan sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê û lehengiya Hêzên Sûriye Demokarîtk berz kirin.

Meş piştî kolanên sereke derbas kir li navenda bajêr rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Şiyar Mihemed axivî, diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide zêdetirî 5 milyon sivîl bi zorê çek û bombeyên qedexekirî koçber bike.

Mihemed destnîşan kir ku Tirkiyê bi siyaseta xwe hewl dide DAIŞ`ê vejîne.

Ji aliyên xwe ve hevserokê Meclisa Tebqayê Elûş El-Xidir û endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Cirniyê axivîn, bêdengiya navdewletî şermezar kirin û gotin her êrişek li dijî gel û hêzên ku ax ji DAIŞ`ê rizgar kirine bi xwe êrişek li dijî mirovahiyê tevahî ye.

Di dawiyê de xwepêşendaran sloganên silavkirina berxwedana gelên herêmê berz kirin.

(şx)

ANHA