Trump: Rola Hêzên Sûriya Demokratîk di kuştina El-Bexdadî de çalakî bû

Serokê Amerîkayê Donald Trumû  ragihand ku Ebû Bekir El-Bexdadî û hejmareke mezin a çeteyan di encama operasyonekê de ya Hêzên Taybet ên Amerîkayê li gundê Barîşa yê Idlibê yê di bin serweriya Tirkiyê de, hat kuştin.

Trump: Rola Hêzên Sûriya Demokratîk di kuştina El-Bexdadî de çalakî bû
27 cotmeh, 2019   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Donald Trûmp li Koşka Spî daxuyanî da û diyar kir ku ‘Ebû Bekir El -Bexdadî hatiye kuştin.

Trump spasiya QSD‘ê kir ku eşkere kir ku QSD‘ê bi hêzên Amerîkayê re hevkar bû û zanyariyên îstîxbaratî girêdayî El-Bexdadî dane wan.

Trump destnîşan kir ku hejmarek çeteyên bi El-Bexdadî re bûn, teslîm bûn û niha girtî ne.

Trump here wiha destnîşan kir ku El-Bexdadî ket tunelekê de piştî ku hêzên Amerîkayê dest bi operasyonê kirin û bi bombeya li xwe pêçandibûn xwe teqandin, di encamê de hate kuştin û tunel hate wêrankirin.