Çalakiya konvedanê ya li Minbicê di roja 8‘an de didome

Çalakiyên kon a li bajarê Minbicê ya bi mebesta şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di roja xwe ya 8‘an didome.

Çalakiya konvedanê ya li Minbicê di roja 8‘an de didome
27 cotmeh, 2019   15:09
MINBIC

Nerazîbûna xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî sûcên dagirkeriya dewletên Tirk ên ser herêmê zêde dibin.

Li bajarê Minbicê ev 8 rojn in bê navber çalakiyên kon didomin. Endamên Saziya Gumrikê û Komîteya Aborî çalakiya îro dewr girtin.

Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Komîteya Aborî ya Minbicê hevseroka komîteyê Ebîr Ugla axivî, "Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî xaka Sûriyê dikin da ku armancên xwe yên qirêj û pêanên xwe yên mêtîngerî yên vedigerin hezarên salan pêk bînin. Em bi tu awayan êriş û mudaxeleyên Tirkiyê di herêmên me de qebûl nakin."

Ebîr her wiha anî ziman ku cîhana banga aştiyê dike bila sînorekî ji dewleta Tirk re deyene û got: "Em banga aştiyê dikin, me ti carî banga şer nekiriye."

Rêveberê Saziya Gumrikê Yûsif Xelîl êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir jî got: "Geşedanên li herêmên me rû didin planeke mêtîngeriyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan împratoriya Osmanî li Sûriyê zindî bike."

Piştî axaftinan senevîzyoneke li ser sûcên dagirkeriya Tirk ên der heqê sivîlan de hate pêşandan.

Çalakî bi dirûşmeya silavkirina Berxwedana Rûmetê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA